Li Dêrazorê 8 kes di teqîna mayinê de mirin

Li gundewarên Dêrazorê ji ber teqîna mayînekê 3 jê zarok bi giştî 8 kes hatin kuştin.

•
1 deqe xwendin
Li Dêrazorê 8 kes di teqîna mayinê de mirin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li herêma Feyda Bin Miwêni ya gundewarên Dêrazorê mayînek teqiya. Li gorî SOHRê di encama teqînê de 3 zarok û jinek di nav de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmarek birîndar bû.