Li Colemêrgê bîranîna şehîdan dest pê kir

Bîranîna endamên Tevgera Azadiya Kurdistanê li Colemêrgê dest pê kir.

•
1 deqe xwendin
Li Colemêrgê bîranîna şehîdan dest pê kir

Bi pêşengiya Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alikariya ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEYAB-DER) ya Colemêrgê bîranîn ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane tê lidarxistin. Bîranîn li Eywana Dogû Plasê ya li taxa Baglarê ya li navenda Colemêrgê tê lidarxistin û wê sê rojan bidome. Bîranîn bi beşdarbûna Dayikên Aştiyê, Parlementerên DEM Partiyê yên Colemêrgê, Platforma Saziyên Demokratîk û bi tevlibûna bi sedan welatiyan dest pê kir. Eywana bîranînê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdan û bi pankartên ‘Şehîd Rêberên Têkoşîna Me Ne’ hat xemilandin.

Di destpêka bîranînê de ji bo şehîdan deqeyek rêz hate girtin, dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ hat berz kirin û dia hatin xwendin.