Li Çermê civîna gel
DBP di çarçoveya civînên “Em gotina aştiyê bi gel re ava dikin” de, li gundê Armelî yê navçeya Çermê ya Çewlîgê bi gel re civiya.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya civînên “Em gotina aştiyê bi gel re ava dikin” de, bi gelê li Çewlîgê re civiya. Civîn li gundî Armelî yê navçeya Çermê hate lidarxistin.
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ev tişt got, “Ji salên 90î heta îro dewletê hafızaya aştiyê nîvço hişt. Lê belê êdî her kesê dît pêvajo wiha nameşe. Li Meclîsê gelek partiyên siyasî hene. Gelê Kurd jî siyaseta demokratîk dimeşîne.”
Rêberê Gelê Kurd têkoşîna azadiyê didomîne
Piştre welatiyan mafê axaftinê wergirtin û têkildarî pêvajoyê nêrîn, rexne û daxwazên xwe anîn ziman. Welatiyan diyar kir ku divê êdî gotin bikevin pratîkê û hemû girtiyên siyasî bên berdan.
Welatiyan ragihand ku sedemê esas ê girtîbûna Rêberê Gelê Kurd bêrêxistinbûna gel e û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd tevî hemû zehmetiyan jî têkoşîna azadiyê didomîne.


