Li Bûrsayê êrişî karkarên kurd kirin

Komek karker û xwendekarên kurd ji ber ku formaya Amedsporê li xwe kiribûn rastî êrîşa nîjadperestî hatin. Di êrişê de 9 karker birîndar bûn.

•
1 deqe xwendin
Li Bûrsayê êrişî karkarên kurd kirin

Komek karker û xwendekarên kurd ku ji bo komkirina hêjîran çûn gundê Fadiliyê ya navçeya Nilûfer a Bûrsayê, ji ber ku formayê Amedsporê li xwe kiribûn rastî êrîşê hatin. 9 karkerê kurd birîndar bûn.  Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, bûyer di 5ê Îlonê de li gundê Fadilî pêk hat. Koma ciwan ku piranî xwendekarên zanîngehê ne û ji bo xebatê çûn Bûrsayê, ji ber hinceta formaya Amedsporê ji aliyê komeke nîjadperest ve hatin derpkirin. Ciwan ji laşê xwe de birîndar bûn. Xwendekarên ku rastî êrişê hatin ji ber ewlehiya jiyana xwe nexwestin wêne û dîmenên xwe bidin.

Bang li rayedaran hate kirin ku derbarê êrişê de lêpirsînê bidin destpêkirin û kiryaran ceza bikin.