Li Binarê Qendîlê coşa 15yê Tebaxê
Li Qada Newrozê ya li gundê Enzê yê Binarê Qendîlê bi beşdariya kurdên her çar parçeyên Kurdistanê bi dirûşmeya ‘Bi Rêbertiya Azad, Ber bi Civaka Demokratîk ve’ û ‘Cejna Vejînê li Gelê Kurd Pîroz Be’, şahiya Cejna Vejînê bi coşeke mezin bi rawî bû.

Bi hezaran kes li Binarê Qendîlê kom bûn û bi coşeke mezin şahiya 15ê Tebaxê pîroz kir. Di şahiyê de Koma Awazên Çiya, hunermend Hozan Comert, Luqman Selîm, Sumeya, Dilniya derketin ser dikê û bi stranên xwe germahiya Cejna Vejînê bi beşdaran dan jiyankirin. Beşdarên şahiyê li ber stranên hunermendan li pêşiya dika şahiya govenda azadiyê gerandin.
Beşdarên şahiyê dirûşemeyên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Şehîd Namirin” û “Bijî 15yê Tebaxê” berz kirin. Şahiya Pêngava 15yê Tebaxê ya li Binarê Qendîlê bi govenda azadiyê û coşa beşdaran bidawî bû.
Îzmir
Li îzmirê jî bi heman armancê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Îzmîrê şahiyek pêk anî. Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk axivî û got: “Ji bo em karibin hemû daxwazên xwe bi cih bînin, biaxivin û ji bo azadiya gelê kurd bi desthilatdariyê an jî bi giştî bi dewletê re gavên nû biavêjin, divê em têkoşîna xwe hîn mezintir û xurtir bikin.”


