Li ber AYMê çalakiya li dijî sansurê

Rêxistinên rojnamegeran û saziyên mafên mirovan li ber Dadgeha Destûra Bingehîn li dijî zêdebûna sansura dîjîtal û girtina malperên nûçeyan daxuyanî dan û teqez kirin ku li hemberî tepisandina çapemeniyê rêya yekane xurtkirina xeta berxwedanê ye.

•
1 deqe xwendin
Li ber AYMê çalakiya li dijî sansurê

Li dijî pêla sansûrkirin û girtina malper û hesabên medya dîjîtal ên saziyên çapemeniyê li ber Dadgeha Destûrabingehîn (AYM) daxuyanî hat dayîn. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG), Partiya Nû (Yenî Partî), Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî û Wêşana Madbayê ya giredayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK Basin-Îş), Sendikaya Rojnamgerên Tirkiyeyê (TGS), Komeleya Azadiya Îfadeyê (ÎFOD), Sendikaya Hemû Taqawîdan (Tum Emeklî-Sen) û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de girseyê dovîzên li ser, “Sansur nikarê têkoşîna jinan asteng bike” û “Hûn asteng bikin em dê bi serkevin” dinivisî rakirin û dirûşmeyên, “Li dijî sansurê mil bidin milê hev” berz kirin.

Serokê Koma Yenî Partiyê Gokhan Gunaydin li vir axivî bi lêv kir ku pêkanînên sansurê li pêşiya azadiya çapemeniyê xetere herî dijwar e û bang li Dadgeha Destûra Bingehîn kir ku biryarên girtina malperan rawestîne.

‘Li dijî sansurê ji bilî berxedanê tu çare tune ye’

Nûnerê DFGyê yê Enqereyê Selman Guzelyuz jî axivî û bi lêv kir ku desthilat hewl dide pêkanînên sansurê bike rejîmek mayînde û wiha got: “Ez di heman demê de nûnerê Enqereyê yê Ajansa Mezopotamyayê me ku duh cara 44emîn malpera wê hate girtin. Girtina hesaban û malperan ne pêkanînek nû ye. Ev astengî ne tenê li dijî Ajansa Mezopotamyayê ne lê di heman demê de li dijî mafê wergirtina agahiyan e. Li dijî vê pêkanînê ji bilî berxwedanê tu çare tune ye. Helbet ev berxwedan ne tenê li Tirkikyeyê li dijî sansurê li pêş bikeve, divê di qada navneteweyî de xeteke têkoşînê bê avakirin. Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin. Heke em li dijî van astengiyan li ber xwe nedin hemû kes dê bitepisin û armanca desthilatê ya bêdengkirina civakê wê pêk were.”

Rojnameger Ozlem Akarsu Çelîk jî li ser navê Cemiyeta Rojnamegeran bertek nîşanî pêkanînên sansurê da û got ku bi pêkanînên sansurê dixwazin rojnameger kar nekin.

Serokê Şaxa TGSê ya Enqereyê Sînan Tartanoglu jî destnîşan kir ku heke bixwazin welat di nav gul û beybûnan de be ew ne bi dîmenên hişê çêkirî lê bi azadiya çapemeniyê û mafê azadiya derbirînê pêkan e.

Daxuyanî bi berzkrina dirûşmeyan bi dawî bû.