"Li Baxçeyên Hewselê û di nava erdê zanîngehê de kenevîr tê çinîn"

Li gorî lêkolîna Ajansa Welat (AW), li Baxçeyên Hewselê û nava erda Zanîngeha Dîcleyê bi awayekî organîze çandiniya kenevîrê tê kirin; hatiye diyarkirin ku tevî hemû gilî û kordînatên aşkere jî rektorî û rayedar li hemberî van çeteyan çavên xwe digirin. AW xwe gihandiye kordînatên zeviyên kenevîrê.

•
1 deqe xwendin
"Li Baxçeyên Hewselê û di nava erdê zanîngehê de kenevîr tê çinîn"

Li Amed û navçeyên wê di demên dawiyê de bikaranîna tiryakê zêde bûye û her ku diçe ciwanên Amedê dikevin nava xefqa hişbirê. Li gorî çavkaniyên AW yên ku ji ber ewlehiyê nexwestine navê xwe bidin, diyar kirine ku piraniya hişbirê ji aliyê hin çeteyan ve di nav zeviyên Baxçeyên Hewselê de tê çandin. Çavkaniyên AW yên ku herêmê baş dizanin û zeviyên tiryakê bi çavên xwe dîtine kordînatên van zeviyan bi AW re parve kirine.

Niha di parsela 592yan a Zenîngeha Dîcleyê de zeviyên kenevîrê hene

Li gor agahiyên AW bi dest xistiye beriya 2 rojan kesên ku tiryak li nava parsela bi hejmara 592yan çandine dest bi çinîna wê kirine. Çavkaniyên ku agahî dane AW diyar kirine ku ev parsel dikeve nava erdê Zanîngeha Dîcleyê û Rektorê Zanîngeha Dîcleyê li gel ku ji van zeviyan agahdar e jî li hember vê tiştekî nake.

Ji Pira Dehderî heya gundê Tilhamê tê çandin

Çavkaniyên AW dane zanîne ku ji Pira Dehderî heya gundê Tilhamê çandiniya kenevîrê tê kirin û derbarê van deverên ku kenevîr lê tê çandin gelek caran gilî ji rayerdarên dewletê kirine lê encamek derneketiye holê.

Dema çinînê dikin çavdêran li derdora bicih dikin

Çavkaniyan ji AW re diyar kirine ku dema çinîna kenevîrê tê kirin, gelek çavdêr li deverên bilind ên Baxçeyên Hewselê tên bicihkirin. Li gor agahiyên ku bi destxistine ev çavdêr li herêma Deriyê Mêrdînê û Deriyê Nû yên navçeya Sûrê û li Taxa Fîskayayê ya Bajarênû tên bicihkirin.

Piştî çinînê li heman derê binax dikin

Çavkaniyên ku agahî dane AW derbarê derxistina kenevîrê ya ji cihê çandiniyê de jî wiha gotine: “Dema çinînê dikin, kenevîrê li vir hişk dikin û binerd dikin. Pişt re li gor firotinê par bi par ji vir tê derxistin. Ji xwe bi şev û roj çavdêrên wan li dora zeviyan û cihê kenevîr lê hatiye veşartin digerin.”

Kordînatên li jêr zeviyên kenevîrê nîşan didin û li derdora van kordînatan bi dehan donum zeviyên kenevîrê hene.

https://maps.app.goo.gl/sNwxKB6gfArZ3bce7?g_st=aw

https://maps.app.goo.gl/Wpt4HPMEKaz8k55WA?g_st=aw