Li Başûrê Kurdistanê qetilkirina jinan zêde bû
Di 25 rojên dawî de li Başûrê Kurdistanê 12 jin hatin qetilkirin. Parêzer Geşa Dara destnîşan kir ku ev cînayet bi awayekî pergalî tên kirin.

Di rojên dawî de, li Başûrê Kurdistanê qetilkirina jinan zêde bû. Tenê di 25 rojên dawî de 12 jin hatin qetilkirin. Hiqûqzan û parazvanên mafên mirovan destnîşan dikin ku tundiya li dijî jinan zêde bûye û divê tundî û kuştin bi dawî bibe. Li gorî daneyên ku Nûçegîhana NÛJINHA Hêlîn Ehmed kom kir, di navbera 25ê Tîrmehê û 15ê Tebaxê de 12 jin hatin qetilkirin an jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî vê daneyên ku hatine berhev kirin wiha ne:
25ê Tîrmehê: Li gundê Satî ya girêdayî navçeya Kir Hencir a parêzgeha Kerkukê, jina bi navê F.M ya 39 salî ya niştecihê Hewîceyê bi demançê hate qetilkirin. Piştî bûyerê, hêzên ewlehiyê hevjin û kurê wê yê 10 salî girtin û lêpirsîn dan destpêkirin. Malbata jinê cenaze wergirt û li dijî hevjinê wê gilî kir.
28ê Tîrmehê: Li gorî daxuyaniya Berdevkê Polîsê Germiyanê, li gundê Tazade yê li navçeya Kelarê jinek bi kêrê hate qetilkirin. Tîmên têkoşîna li dijî sûc, gihîştin cihê bûyerê û gumanbar bi biryara dadwerê û li gorî madeya 40’an a Qanûna Cezayê girtin. Lêpirsîna têkildarî sedema cînayetê berdewam dike.
3ê Tebaxê: Li gundê Şîrwan Mazinî ya girêdayî Mêrgesorê, cenazayê jina bi navê Ruyan Necah Şîrwanî ya winda bibû, hate dîtin. Hate ragihandin ku jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest daye û li ser bedena wê şopên birînên giran heye.
4ê Tebaxê: Li taxa Serdawî ya Silêmaniyê, jinek ji aliyê hevjinê xwe ve hate qetilkirin. Mêrekî bi çekê êrîşî mala xezûrê xwe kir, hevjina xwe kuşt û xezûrê xwe jî bi giranî birîndar kir. Gumanbar niha di bin çavdêriya polîsan de ye.
9ê Tebaxê: Li taxa Îmam Qasim a Kerkukê, xizmê jinekê wek kiryar hate tawanbarkirin û li dadgehê doz hate vekirin. Piştî ku gilîkar gef li kur û malbata wê xwar, jin xwe ji avahiyekî bilind avêt xwarê.
9ê Tebaxê: Li taxa Hesabat a Kerkukê, jineke 26 salî ji aliyê birayê xwe ve hate qetilkirin. Tê gotin ku gumanbar polîs e û heta niha nehatiye girtin.
11ê Tebaxê: Li navçeya Pibaz a Kelarê ya girêdayî herêma îdarî ya Germiyanê, cenazeyê jineke 32 salî hate dîtin.
12ê Tebaxê: Li gundê Meydan ê navçeya Xaneqînê ya di nav sînorên parêzgeha Diyala de, di navbera du malbatan de şer û alozî derket. Di encama bûyerê de du kes mirin û yek jî birîndar bû. Yek ji kesên jiyana xwe ji dest da zarokekî keç a 15 salî bû.
13ê Tebaxê: Cenazeyê Emîne Ehmed a 93 salî, birin Nexweşxaneya Lezgîn a Şehîd Hecar a navçeya Kelar a Germiyanê. Hat îdiakirin ku jin di encama xeniqînê de miriye û di mala xwe de daliqandî hatiye dîtin.
14ê Tebaxê: Li taxa Serçinar a Silêmaniyê jinek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Mirina jina ku hevjinê wê karmendek Wezareta Xwendina Bilinde, bi awayekî guman tê nirxandin.
14ê Tebaxê: Di erdheja li navçeya Çemçemalê de jinekî 50 salî di encama guleyên ji bo hişyarî hatin avêtin de birîndar bû û bi lezgînî birin nexweşxaneyek li Silêmaniyê.
15ê Tebaxê: Li navçeya Gûlale ya parêzgeha Diyala şewat derket. Di encama şewatê de dayikek bi giranî birîndar bû û sê zarokên wê mirin. Hate ragihandin rewşa dayîka ku ji sedî 80’ê laşê wê şewitiye krîtîk e û di bin çavdêriya bijîşkî ya tund de ye.
‘Cînayetên jinan bi awayekî pergalî tên kirin’
Parêzer Geşa Dara Hafîd, der barê cînayetên jinan de ji ajansa NÛJINHAyê re axivî û got: "Li Rojhilata Navîn, jin wekî namûsa mêran tên dîtin. Lewma cînayet di civakê de bûye diyardeyek. Jin wekî namûsa mêrên di malbatê de tên dîtin. Di çanda me de namûsa jinê bi yek ji mêrên di malbatê de ye girêdayî ye. Ev têgihîştina namûsê, di nav malbatên Kurd de belav e û mixabin ji bo çareserkirin û guhertina vê yekê di malbatan de xebatek têrkêr nehat kirin. Tevî hemû hewildan û xebatên rêxistin û çalakvanên ku di warê mafên jinan de dixebitin, hewldanek bipergalî û plankirî nehatiye kirin da ku ev têgihîştina rûmetê di malbatan de ji holê were rakirin. Divê zîhniyeta civakê bi rêya qanûn, dadgeh û medyayê were guhertin û divê hemwelatî ji mafên xwe agahdar bin.”
Geşa Dara Hafîd da zanîn beriya çend salan ji bo cînayetên bi hinceta namûsê dihatin kirin cezayên kêm dihat dayîn û wiha axivî: “Di cînayetên bi hinceta namûsê tên kirin de, dadgeh cezayê sûcdar kêm dikir. Ango dema ku jinek bi hinceta namûsê dihat kuştin, dadgeh dikaribû cezayê qanûnî kêm bike. Lêbelê, ev made bi rêya Parlamentoyê hate rakirin.”
‘Divê cezayên ji bo cînayetên jinan tên dayîn bên girantir kirin’
Geşa Dara Hafîd, balkişand ku cînayetên jinan wekî cînayetên asayî tên dabeş kirin û wekî sûcên din tên cezakirin û got: "Parlamentoyê dema ku vê madeyê guherand şaşiyeke mezin kir. Divê ji bo cînayetên jinan madeyek taybet bihata çêkirin. Divê ev made destnîşan bikira ku divê cînayetên jinan di efûya giştî de cih negirin. Dema ku em ji bo dayîna cezayên girantir a ji bo cînayetên jinan hewl didin, tê gotin ev cînayetek asayî ye û kiryarên jinan nikarin bi awayekî cûda rastî muameleyan werin. Divê cezayên ji bo cînayetên jinan werin zêdekirin. Ji ber ji bo her sûcekî ku hatiye kirin cezayek heye. Ger ceza giran be an jî di efûyê de cih negre, kesek din nikare bi hêsanî heman sûc pêkbîne.”
‘Divê lihevhatina civakî nebe sedema kêmbûna sûcan’
Geşa Dara Hafîd, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir cînayetên jinan roj bi roj zêdetir dibe: “Di beşek mezin a cînayetan de lihevhatina civakî tê sepandin. Ev rewş ji bo zêdebûna cînayetan zemîn ava dike û divê lihevhatina civakî nebe sedema kêmbûna sûcan. Berevajî vê yekê kiryaran vê tiştî ji bo pêkanîna cînayetan wekî hêsaniyek dibînin. Gelek mînakên sûc hene ku dubare dibin. Kiryarên jinan, piştî ku bi qanûna efûya giştî ya ku ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hat derxistin hatin berdan, dîsa jinan qetilkirin.”
Banga kampanyayên hişyarkirinê
Geşa Dara Hafîd, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Divê qanûn ji nû ve werin nirxandin ku efûyên giştî ji bo cînayetên jinan nebe mijara sepandinê. Her wiha divê çalakvan û aliyên peywendîdar, ji bo ku pêşiya zêdebûna pirsgirêkan bigirin, ji bo malbat û kesan kampanyayên hişyarkirinê bidomînin.”


