Li bajaroka Dêrgulê 2 roj in ceyran hatiye birîn

DEDAŞê li bajaroka Dergulê ceyrana 10 hezar welatiyan birî. Tevahiya bajarokê 2 roj bê ceyran e.

•
1 deqe xwendin
Li bajaroka Dêrgulê 2 roj in ceyran hatiye birîn

Li bajaroka Dergulê ya Şirnexê ekîbên DEDAŞê duh ketin nava bajarokê û ceyrana hemû taxên bajarokê birîn. Li gor agahiyên welatiyan dane DEDAŞê bi hinceta cîhazên aboneyan derxînin derveyî avahiyan ceyran qut kirine.

Li bajarokê gelek nexweşên girêdayî cîhazan hene û nebûna ceyranê ya 2 rojan jiyana van welatiyan têxe nava talokeyê.

Her wiha zexîreyên dikandarên bajarokê yên di sarincan de ne jî li ber xerabûnê ne û ev rewş dê zirarek gelekî zêde ya aborî bide dikandarên bajarokê.