Li Aydinê Sevda û Ayşe Demîr bi bîr anîn
Li navçeya Soke ya Aydinê Sevda Demîr û Ayşe Demîr ên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi girseyî bi bîr anîn.

EGE MEBYA-DERê xwişkên hev Sevda û Ayşe Demîr ên ku di dem û cihên cuda de di nav refên têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Mala Şînê ya Sazliyê ya navçeya Soke ya Aydinê bernameya bîranînê li dar xistin. Rêveberên MEBYA-DERê û DEM Partî û malbat beşdarî bîranînê bûn. Bîranîn, ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Parlementera DEM Partiyê ya Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk diyar kir ku axaftina li hizûra şehîdan her tim zehmet e û wiha got: “Îro em piştî du xwişk şehîd ketin hatin cem hev, Atakan Mahîrê gerîlla gotibû ku ‘Em nikarin êş û giraniya wan hilgirin lê em dikarin ji nava wê derbas bibin.’ Di vê serdemê de dema ku em behsa aştiyê dikin, şehîd tên, nûçeyên şehîdan tên û giranî ji her demê zêdetir û zehmetir e. Lê belê em dikarin vê giraniyê û bîranîna wan re ber bi pêşerojê ve bimeşin. Em dikarin bi bilindkirina têkoşîna xwe ya aştiyê hilgirin. Li hizûra wan tiştekî ku ji têkoşîna wan mezintir bê axaftin nîne. Têkoşîna wan bi xwe diaxive. Bîranîna ku li pey xwe hiştine riya me hemûyan e, ronahiya me hemûyan e.”
Bîranîn bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.


