Li Amedê pêşandana F-16an bû sedema fikar û hêrsa welatiyan

Pêşandana "Solo Turk" a li ser asîmanê Sûr û Baxçeyên Hewselê, rastiya balafirên şer ên ku bi dehan salan e ji asîmanê herêmê kêm nabin, careke din xiste rojevê.

•
1 deqe xwendin
Li Amedê pêşandana F-16an bû sedema fikar û hêrsa welatiyan

Li Amedê bi hevkariya Walîtiya Bajêr, Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê û Hêzên Hewayî, di bin navê "Solo Turk" de pêşandana firîna balafirên şer ên F-16 hate lidarxistin.

Pêşandana balafiran li ser asîmanê Sûrê û Baxçeyên Hewselê pêk hat. Balafirên şer demeke dirêj li ser bajêr man û ji ber dengê wan ê bilind û zêde, aramiya xelkê xira bû. Ji ber vî dengê giran, bi taybetî çûk û ajalên bi bask tirsiyan û welatî jî ketin nava fikaran.

Bi taybetî ji ber ku îro roja şemiyê bû û bi hezaran kes li kuçeyên Sûrê digeriyan, ev firîn bû sedema tirs û hêrsa xelkê. Vê rûdanê, rewşa balafirên şer ên ku qet ji asîmanê Kurdistanê qut nabin careke din anî rojevê.

Jixwe ev salên dûr û dirêj e li Amedê ji balafirgeha leşkerî balafirên şer radibin; tevî pêvajoyê jî rojê herî kêm du-sê caran li pey hev difirin û dengê wan ê pir bilind bandoreke neyînî li ser derûnî û aramiya xelkê dike.

Dengê balafirên şer ku li rojavayê Tirkiyeyê tenê carekê bihîstina wan jî dibe sedema panîkê û dikeve rojeva nûçeyan, li bajarên Kurdan hema bibêje her roj qet kêm nabe.