Li Amedê ji bo cangoriyan şîn hatin danîn

Li geleke deverên Amedê ji bo cangoriyên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane şîn hatin danîn. Di şînan de dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

•
1 deqe xwendin
Li Amedê ji bo cangoriyan şîn hatin danîn

Serdana şînên cangoriyên endamên HPG û YJA Starê yên di dîrok û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li Parka Koşuyoluyê ya navçeya Rezan a Amedê hatiye danîn, berdewam dike. Nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelek welatî serdana şînê kirin.

Cihê şênê bi wêneyên cangoriyan û qurnefîlan hat xemilandin. Di şîna ku dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin berzkirin de, malbat û welatiyên Amedê hestiyar bûn. Şîn bi rêzgirtinê û xwendina marşa “Çarxa Şoreşê” destpê kir. Piştî rêzgirtinê bênavber dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Serdanên ji bo şînê berdewam dikin

Xana Axpar

Li taxa Pornagê ya navçeya Xana Axpar a Amedê jî ji bo cangoriyan şîn hate danîn. Gelek welatiyan serdana şînê kir. Şîn dê 3 rojan berdewam bike.

Bismil

Li Bismilê jî ji no cangoriyan şîn hate danîn. Di seetên sibehî de gelek kesan serdana şîna ku li taxa Holahate danîn, kirin. Di şînê de wêneyên cangoriyan danîn maseyê û dua hatin xwendin.

Serdanên ji bo şînê dê berdewam dikin.

Farqîn

Li gundê Kizlalê yê navçeya Farqînê ya Amedê, jiji bo cangoriyên ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn şîn hate danîn. Li cihê şînê wêneyên cangoriyan hatin danîn.

Gelek kes serdana şînê kir û dua xwendin.

Şîn dê 3 rojan berdewam bike.

Rezan

Her wiha li taxa Arwaliyê ya navçeya Rêzanê û li taxa Kabaxidirê ji bo cangoriyan şîn hatin danîn û gelek welatiyan serdana şînê kir.

Di şînê de wêneyên cangoriyan hatin danîn û dirûşmeyên “Şehîd namirin” hate berzkirin.

Şîn dê 3 rojan berdewam bikin.