Li Amedê ji ber barana zêde av rabû
Li Amedê di saetên serê sibê de barîna baranê dest pê kir. Li gelek cihan ji ber barîna zêde av rabû. Gelek welatiyên bêyî amadekarî derketin rê şil bûn.

Li Amedê piştî demsala havînê ya ku germ derbas bû, barina baranê dest pê kir. Di saetên sibê de baraneke şid dest pê kir. Ji ber barîna baranê li gelek cihan av herikî. Gelek welatî ji ber barîna barana zêde di rê de man. Welatiyên ku serê sibê hesabê baranê nekirin û derketin rê, şil û pil bûn. Li gelek bajarên din jî baran zêde dibare.


