Li Almanyayê 15ê Tebaxê bi coş pîroz kirin
Kurdistaniyan bi pêşengiya Meclisa Jinan û Meclisa Herêmê li bajarê Marburgê yê Almanyayê, 42emîn salvegera Pêngava 15ê Tebaxê, ku di dîroka Tevgera Azadiya Kurd de cihekî girîng digire bi coş û girseyî pîrozkirin.

Brûsk Bagok
Bernameya pîrozbahiya 15ê Tebaxê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo hemû şehîdên di têkoşîna azadiyê de canê xwe dane destpê kir. Piştî rêzgirtinê, li ser navê meclîsan axaftinek hate kirin. Di axaftinê de hate diyarkirin ku Pêngava 15ê Tebaxê ya sala 1984an ji bo têkoşîna azadî û nasnameya gelê kurd xaleke dîrokî ya girîng bûye.
Di axaftinê de hate gotin ku gelê kurd bi salan li ber siyasetên înkar, asîmîlasyon û zordariyê maye û Pêngava 15ê Tebaxê bûye sembola berxwedanê û xwedîderketina gelê kurd li îradeya xwe. Her çend 42 sal derbas bûne jî, daxwazên azadî, demokrasî û wekheviyê hê jî nûjen in û têkoşîn di warên cuda de didome.
Bal kişandin ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Kesên beşdarî bernameyê bûn di axaftinên xwe de bal kişandin ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de daye destpêkirin. Beşdaran diyar kirin ku ev pêvajo ji bo dawî anîna şer û pevçûnên ku bi dehsalan berdewam kirine û ji bo pêşxistina çareseriyên demokratîk derfetek dîrokî pêşkêş dike.
Hate gotin ku aştî tenê maneya bêdengbûna çekan nîne, rêya jiyana hevpar a gelan li ser bingehê azadî, wekhevî û demokrasiyê ye. Beşdaran xwest ku hewildanên çareseriya demokratîk û diyalogê bên piştgirîkirin. Girseyê gelek caran bi çepikan piştgirî da axaftinê.
Folklor û bernameya muzîkê coş zêde kir
Piştî nirxandinên siyasî, bernameya çandî dest pê kir. Di destpêkê de Koma Folklora Gießenê bi lîstikên gelêrî yên Kurdî reng da çalakiyê. Ciwanên ku bi cil û bergên kevneşopî derketin ser dikê, bi performansa xwe gelek çepik wergirtin.
Piştî folklorê, bernameya muzîkê dest pê kir. Hunermendên Kurd Koma Hezex, Dindar Efşiyo û Hozan Mamyan bi stranên xwe coşa çalakiyê zêdetir kirin. Stranên ku li ser azadî, berxwedan, hezkirina welat û aştiyê bûn, bi eleqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin.
Peyama yekîtî û hevgirtinê
Di tevahiya çalakiyê de govendên ku hatin gerandin bûn yek ji dîmenên herî balkêş. Bi taybetî di dema stranên hereketdar de ciwan, jin û kal-pîr bi hev re ketin govendan û peyamên yekîtî, hevgirtin û têkoşîna hevpar dan. Di bernameyê de gelek caran daxwazên azadî, demokrasî û aştiyê hatin bilindkirin. Beşdaran gotin ku ruhê 15ê Tebaxê îro jî zindî ye. Her weha girîngiya rêxistinbûna civakî û çandî ya kurdan li Ewropayê hate xuyakirin.
Pîrozbahîya li Marburgê bi bangewaziya beşdarbûnê bo Festîvala 34emîn a Çanda Kurdî ku dê di 5ê Îlona 2026an de li Dortmundê pêk were, bi dawî bû. Organîzatoran hemû Kurdistanî û hevalên gelê Kurd vexwendin ku beşdarî festîvalê bibin û yekîtî û hevgirtinê mezintir bikin.
Çalakî bi govend û stranan bi dawî bû.


