Li 5 navçeyên Stenbolê dê bernameyên bîranînê bên lidarxistin

Li Stenbolê bi pêşengiya MEBYA-DERê dê 3 rojan ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê yên di dem û deverên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bernameya bîranînê bê lidarxistin.

•
1 deqe xwendin
Li 5 navçeyên Stenbolê dê bernameyên bîranînê bên lidarxistin

Li Stenbolê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê yên di dîrok û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane, dê bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Stenbolê bernameya bîranînê were lidarxistin.

Malbatên cangoriyan, Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî dê tev li bernameyê bibin.

Li navçeyên ku bernameyên bîranînê werin lidarxistin ev in:

* 11ê Îlonê: Li navçeyên Esenler, Zeytînbûrnû, Kagitxane û Sancaktepeyê.

* 12ê Îlonê: Li navçeya Kagitxaneyê.

* 13ê Îlonê: li Taxa Karayollari ya navçeya Gazîosmanpaşayê.