Li 3 bajaran ji bo perwerdehiya kurdî meşiyan
Nûnerên saziyên kurdî û partiyên siyasî li 3 bajaran ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê meşên girseyî pêk anîn.

Nûnerên saziyên kurdî li gelek navendan ji bo mafê perwerdehiya zimanê zikmakî çalakî pêk anîn û xwestin kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.
Amed
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) a Amedê bi daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê meşeke girseyî pêk anî. Tevî nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, gelek welatî tevlî meşa ku ji ber NCity AVMyê ber bi Parka Koşuyoluyê ya Rezanê ya Amedê ve hat lidarxistin bûn. Di meşê de pankartên bi Kurmanckî û Kurmancî “Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî” û lolîpopên “Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e” hatin hilgirtin. Girseya ku li ber stranan meşiya, di meşê de dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe”, “Zimanê me hebûna me ye”, “Bê Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî, azad bike Rêbertî” berz kirin.
Girseya ku bi çepik, tilîlî û dirûşman hat ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê, li vir daxuyanî da. Rêvebera MED-DER’ê Şukran Yakut diyar kir ku sala nû ya perwerde û hîndekariyê dest pê kiriye lê zarokên Kurd ji mafê zimanê zikmakî bêpar mane.
Dîlok
Komeleya Kurdî-Parêz a Dîlokê, ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê û misogeriya qanûnî ya ji bo zimanê kurdî, li Parka Balikli ya navçeya Şahînbeyê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniya ku gelek kes tevlî bûn, pankarta bi nivîsa “Zimanê me rûmeta me ye, perwerdehiya bi zimanê dayikê heqê me ye” hat vekirin.
Hevserokê Komeleya Kurdî-Parêz a Dîlokê Abdurrahman Yalin daxuyanî da û got: “Civakek bê zimanê xwe nikare hebûna xwe biparêze, astengî, qedexe û zextên li ser zimanê dayikê êrişeke rasterast a li ser rastiyê ye.”
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî perwerdehiya bi zimanê dayikê”, “Bijî wekhevî û aştiya civaka demokratîk” û “Bijî zimanê kurdî” û çepikan bi dawî bû.
Êlih
Komeleye Lêkolînên Ziman û Çand ya Arî (ARÎ-DER) ya Êlihê têkildarî vekirina dibistanan û qedexeyên li ser zimanê zikmakî yê dayîkê li Xaçerêya Dortyolê heta Parka Yilmaz Guney meşiyan û piştî meşê daxuyanî dan. Rêveberên û endamên partiyên siyasî, nûnerên gelek saziyên sivîl û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê me hebûna me ye” hatin berzkirin û dowîzên ku “Ziman şitila avakirina civakê ye”, “Zimanê me hebûna me ye” û “Her netew bi zimanê xwe heye” hatibûn nivîsandin, bilind kirin. Pankarta “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” hate hilgirtin.
Hevserokê ARÎ-DERê Rênas Yildirim daxuyanî da û got: “Zimanekî ku di perwerdeyê de cih negire, di zanist û jiyana rojane de li pêş nekeve, bi xetereyên helandin û tunebûnê re rû bi rû dimîne. Em wekî rêxistin û dildarên zimanê Kurdî têkoşîna ziman wekî doza rûmetê dibînin. Helwesta me li seranserê erdnîgariya Kurdistanê hevgirtî, zelal û prensîbî ye, ango bipêşxistin, berbelavkirina ziman, perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo me xaleke jêneveger û xeta sor e.”
Çalakî bi çapik û dirûşmeyên bi dawî bû.


