Leşkerên tirk di 26 kes birîndar kirin
Li gorî agahiyên ku SOHRê parve kir, ji serê meha tîrmehê heta niha, leşkerên tirk li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê welatiyekî sûrî kuşt û 26 kes jî birînar kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) aşkere kir ku di nava 16 rojên meha tîrmehê de, li sînorê Sûriye-Tirkiye komek ciwan dikevin kemîna leşkerên tirk û tên binçavkirin.
SOHRê diyar kir leşkerên tirk li wan kesan îşkence kiriye û bi îşkenceyê kesek kuştine û 26 kes jî birîndar kirine. Hate ragihandin ku kesê hatî kuştin ji gundewarên başûrê ji Hesekê ye, 16 ji Dêrazor û 11 kes ji Reqayê ne.
SOHRê destnîşan kir ku dema ciwanan hewl didan sînor derbas bikin ji aliyê leşkerên sînor ên Tirkiyeyê ve hatin sekinandin, piştre hatine îşkencekirin û herî dawî vegerandine Sûriyeyê.
Di 17ê gulanê de jî, leşkerên tirk, li nêzîkî bajarê Girê Spî li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê li 11 kesên ku piraniya wan zarok bûn û dema ku hewl dida derbasî Tirkiyeyê bibin, îşkence li wan kir.


