Leşkeran gundên bejahî yên Pîranê dorpêç kir

Qeymeqamiya Pîrana Amedê du roj berê ketin û derketina taxên bejahiyê qedexe kirin. Piştî qedexeyê leşkeran gund dorpêç kirin û derketin operasyonê.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Leşkeran gundên bejahî yên Pîranê dorpêç kir

Qeymeqamiya Pîrana Amedê du roj berê ketin û derketina taxên bejahiyê qedexe kirin. Piştî qedexeyê leşkeran gund dorpêç kirin û derketin operasyonê. Leşkeran der û dorên gundên Tonekrag, Herêdo, Şingirîka Corîn û Şingirîka Cêrîn, Bahroyê dorpêç kirin û destûrê nadin gundiyên li derve biçin gundên xwe û yên li gund jî derkevin derveyî gund.