Kuştina Ceylan Onkol mînaka parastina sucdaran e

Parêzera Malbata Onkol, Berfîn Elçî diyar kir ku dosyaya Ceylan Onkol mînaka bêcezahiştinê ye û xwest Serokatiya Daîreya Lêkolîna Sûcên Kiryarên Wan Nediyar, dosyayê ronî bike.

•
1 deqe xwendin
Kuştina Ceylan Onkol mînaka parastina sucdaran e

Li mezraya Xombazê ya gundê Kanîsipî yê navçeya Licê ya Amedê, di 28ê Îlona 2009an de Ceylan Onkol a ku şivantiya pez dikir, bi guleyeke hawanê ku ji qereqolê hate avêtin hat qetilkirin. Di ser mirina wê re 17 sal borîn. Dozgeriyê bi hinceta "ewlehiya jiyanê tune ye" 3 roj şûnde çû cihê bûyerê. Li aliyê din cendirmeyan di rapora xwe de îdîa kirin ku Ceylanê destê xwe daye teqemeniyê û teqemenî teqiya ye û jiyana xwe ji dest daye. 

Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Rukiye Payîz Adiguzel bi minasebeta salvegera kuştina Ceylan Onkol agahî berhev kirin û li ser kuştina wê ji Parêzera dosyayê Berfîn Elçî nirxandin girtin. 

Parêzerên dosyayê di gulana 2012yan de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Lêbelê DMMEyê di 17ê Çileya 2017an de biryar da ku "di lêpirsîna bibandor û mafê jiyanê de binpêkirin tune ye".

Serdozgeriya Komarê ya Licê di 30î Nîsana 2014an de bi hinceta ku delîl ji bo tespîtkirina kiryaran kêm in, derbarê dosyayê de "biryara lêgerîna daîmî" da. Li ser dozên tazmînatê yên li dijî Wezareta Karên Navxweyî hatin vekirin jî, di 8ê Adara 2021ê de ji sedî 90 îdare û ji sedî 10 jî Ceylan Onkol biqusûr hate dîtin. Tevî ku 17 sal derbas bûn jî hê tu faîlek nehatiye darizandin. Endama Desteya Rêveberiya Şaxa ÎHDa Amedê parêzer Berfîn Elçî dosya nirxand.

‘Lêpirsîna dosyayê lawaz bû’ 

Berfîn Elçiyê destnîşan kir ku di dosyayê de lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin û ev tişt  got: "Dozger piştî 3 rojan çû cihê bûyerê û otopsî di odeyeke cendirmeyan lê bûn de hate kirin. Cendirme di vê bûyerê de biguman bûn, lê delîl bi destê wan hatin berhevkirin. DMME'yê jî di vê dosyayê de mixabin biryara binpêkirinê neda. Heke Ceylanê li wir bi teqemeniyê ve lîstibe jî, hebûna teqemeniyê di qada sivîl de bi xwe bînpêkirina mafan e. Ev biryar nîşan dide ku hiqûqa navneteweyî li hember van bûyeran kêm dimîne."

‘Ev dosya mînaka bêcezahiştinê ye’

Berfîn Elçiyê anî ziman ku ev dosya mînaka polîtîkaya bêcezahiştinê ye û wiha axaftina xwe domand: "Tu wezîfedarên dewletê nebûn bersûc û nehatin guhdarîkirin. Ji Ceylan Onkol heta Nîhat Kazanhan, Hêlîn Hasret Şen û Mehmet Uytun gelek zarok bi tundiya destê hêzên ewlehiyê hatin qetilkirin. Bêcezahiştin dihêle ku hêzên ewlehiyê neyên cezakirin. Ji bo pêkanîna aştî û heqîqeta civakî, divê berpirsiyar werin darizandin."

Divê Daîreya Lêkolînê dosyayê bîne rojevê’ 

Berfîn Elçiyê bal kişand ser Serokatiya Daîreya Lêkolînkirina Sûcên Kiryarên Wan Nediyar û got: "Ev daîre tenê bûyerên edlî dixe rojeva xwe. Lêbelê divê bûyerên siyasî û kuştinên kiryarên wan nediyar jî lêkolîn bike. Biryara lêgerîna daîmî tê wateya ku dosya li ser refê hatibe hiştin. Ji bo malbatê û civakê pir girîng e ku ev daîre dosyaya Ceylan Onkol bixe rojeva xwe û kiryaran tespît bike."