Kurdistaniyan Şehîdên Azadiyê li Swîsre û Fransayê bi bîr anîn

Kurdistaniyên li Ewropayê Şehîdên Azadiyê li Fransa û Swîsreyê bi bernameyên girseyî bibîr anîn û soza têkoşînê dan wan.

•
1 deqe xwendin
Kurdistaniyan Şehîdên Azadiyê li Swîsre û Fransayê bi bîr anîn

Kurdistaniyên li Ewropayê li bajarê Grechen a Swîsreyê û Marsilya ya Fransayê Şehîdên Azadiyê bi bernameyên girseyî bibîr anîn. 

Swîsre

Ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, ji aliyê Navena Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Komaleya Malbatên Şehîdan a Swsîreyê (KOMAW), bîranînekî navendî hate lidarxistin. Bîranîn li Oscar Place ya Grenchenê hate lidarxistin û ji xeynî malbatên şehîdan, bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn. Salon û dîk bi wêneyên gerîllayên şehîd hate xemilandin û dirûşmeyên, “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştre Komaleta Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) Mustafa Karahan mafê axaftinê girt. Mustafa Karahan, ewil şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi bîr anî û bal kişand ser rola diyarker a şehîdan di têkoşîna azadiyê de û got: “Her gerîlayên ku ji bo azadiyê şehîd bûn, mîrateyeke bi rûmet ji me re hiştin. Em deyndarê şehîdên xwe ne. Ji bo ku em bibin layiqê wan, divê li her derê ku em lê bin têkoşîna xwe mezin bikin.”

Piştî Karahan, xizmên şehîdan Zeynep Oren û Îdrîs Uzkaç axivîn. 

Pişte Dayika Aştî Dondu Ergîn axivî û şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî. Dondu Ergîn diyar kir ku ev roj bi saya têkoşîna şehîdan e û anî ziman ku ji xeynî xwedîderketina vê mîrateyê, divê aştiyeke mayînde pêk were.

Berdevka FEDAyê Songul Arslan jî banga xwedîderketina li têkoşîna şehîdan û jiyanîkirina mîrateya wan kir û wiha got, “Xwedîderketina wan û jiyanîkirina bîranînê wan erka me hemûyan e.

Bîranîn piştî axaftinan, bi pêşendana sînevîzyona li ser bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dewam kir. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Fransa

Li bajarê Marsîlya ya Fransayê, ji bo şehadetên ku ji aliyê Tevgera Azadiya Kurdistanê ve hate ragihandin, bîranîn û taziye hate lidarxistin. Taziye li Navenda Civaka Demokratîk a Marsîlyayê hate lidarxistin û bi hezaran kes tevlî bûn. Bîranîn bi deqîqeyekî rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê destpê kir. Piştre sînevîzyona li ser jiyana gerîlla hate pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd Rûmeta Me Ye”, “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.