Kurdistaniyan Şehîdên Azadiya Awistiryayê bibîr anîn

Kurdistaniyan li bajarên Viyana, Linz û Grazê yên Awistiryayê, Şehîdên Azadiya Kurdistanê çalakiyên bîranînê li dar xistin û têkoşîna şehîdan vegotin.

•
1 deqe xwendin
Kurdistaniyan Şehîdên Azadiya Awistiryayê bibîr anîn

Li bajarên Viyanayê, Linz û Grazê yên Awistiryayê, ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê yên di demên cuda de şehîd bûne, çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. Malbatên şehîdan û gelek Kurdistanî tevlî bûn.

Vîyana 

Di bîranîna li Viyanayê de, di şexsê Dara Tolhildan ku 23-26’ê Nîsana 2024’an de li Xakurkê şehîd bû, Azîme Delal ku di 1’ê Mijdara 2018’an de li Gareyê şehîd bû, Cûdî Kurdistanê ku di 29’ê Kanûna 2017’an de li Metînayê şehîd bû, Firat Amed ku di 16’ê Îlona 2019’an de li Gareyê şehîd bû û Munzur Stêrk ku di 3’ê Tîrmeha 2018’an de li Gareyê şehîd bû de, Şehîdên Azadiya Kurdistanê hatin bibîranîn.

Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo tevahî şehîdên şoreşê destpê kir. Piştre peyama Rêber Apo a di 13 Îlona 2026’an de hate xwendin. Piştî xwendina peyam, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Piştre, li ser navê Komuna Malbatên Şehîdan Ahmet zîrek axivî û bal kişand ser mîrateya şehîdan. Piştî axaftinan sînevîzyona li ser jiyana şehîdan hate pêşandan. Malbatên şehîdan jî mafê axaftinê girtin û bîranînên xwe parve kirin. Xizmê Azîme Delîl, diyar kir ku şehîd ne tenê ya malbatekî, nirxê hevpar a civakê ne û got, “Şehîd nemir in, hemû şehîd di dilê me de ne û ya me hemûyan e.”

Birayê Firat Amed jî anî ziman ku ew wekî malbatên şehîdan êşê dikşînin, lê bi şehîdên xwe serbilind in û wiha got, “Serê me bilind e.”

Bîranîn bi dirûşmeyên, “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Linz 

Li bajarê Linzê jî ji bo şehîdan merasîma bîranînê hate lidarxistin. Kurdistanî û malbatên şehîdan tevlî bîranînê bûn. Bîranîn, bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre Agirî Kobanê axivî. Agirî Kobanê anî ziman ku bîranîna şehîdna ne tenê ji bo malbatan, ji bo civakê jî xwedî wate ye. Piştre sînevîzyon hate pêşandan. Siyasetmedar Cevdet Halîm jî di axaftina xwe de bal kişand ser têgehên “şehîd” û “şehadetê”  di bîra civakî de. Malbatên şehîdan mafê axaftinê girtin û bîranînên xwe yên bi şehîdan re û bandora windahiyên xwe parve kirin. Bîranîn piştî axaftina malbatan bi dawî bû.

Graz 

Li Grazê jî di saet 13:00’an de li Navenda Civaka Kurd  a Demokratîk, di şexsê Şehîd Şoreş Konya (Mehmet Hasan Baş) û Şehîd Sîpan de, Şehîdên Azadiya Kurdistanê hatin bibîranîn.

Malbatên şehîdan, xizmên wan û gelek Kurdistanî tevlî bîranînê bûn. Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdan destpê kir.

Piştî rêzgirtinê, bavê Şehîd Şoreş Konya axivî û anî ziman ku ew bi têkoşîna kurê xwe û hevrêyên wî serbilind e. Her wiha anî ziman ku Tevgera Azadiya Kurd ji bo gelên cîhanê jî têdikoşe û anî ziman ku divê têkoşîn were mezinkirin.

Di axaftinên li ser navê NCKD’ê de jî sersaxî ji bo malbata şehîdan û gelê Kurd hate xwestin.

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser şehîdan hate pêşandan. Bîranîn, bi dirûşmeya, “Şehîd Namirin” bi dawî bû.