Kurdistaniyan li Bielê Şehîdên Azadiyê bibîr anîn

Kurdistaniyan li bajarê Biel ê Swîsreyê Şehidên Azadiyê bi bîr anîn û ji malbatan re sersaxî xwestin. Kurdistaniyan di bîranînê de soza mezinkirina têkoşînê dan.

•
1 deqe xwendin
Kurdistaniyan li Bielê Şehîdên Azadiyê bibîr anîn

Kurdistanî û dostên kurdan li bajarê Biel ê Swîsreyê ji bo Mehmet Hayrî Cebexçur (Hakan Acan) û Azad Ozgur Ronî (Mehmet Akcanli), yên ku di Têkoşîna Azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dabûn, bernameya bîranînê li dar xist. Bername li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bielê pêk hat. Bavê Mehmet Hayrî Cebexçur Metîn Açan, xizmê Azad Ozgur Ronî Serhat Akcan û gelek kesên din beşdarî bîranînê bûn. Di bernameyê de posterên şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin û dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî Rêber Apo" berzkirin.

Berdevkê Komeleya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) Mustafa Karahan di sersaxiyê de axivî û sersaxî ji malbat û xizmên şehîdan re xwest.

Karahan diyar kir ku şehadeta Mehmet Hayrî Cebexçur û Azad Ozgur Ronî ne tenê ji bo malbatên wan, ji bo tevahiya gelê Kurd jî windahiyek e û got ku mîrateya ku Şehîdên Azadiya Kurdistanê hiştine di bîra kolektîf de cihekî girîng digire.

Karahan anî ziman ku di têkoşîna ku bi salan e berdewam dike de gelek gerîla şehîd bûne û bi bîr xist ku divê daxwazên şehîdan ên ji bo azadî, aştî û pêşeroja gel neyên jibîrkirin û divê xwedî li nirxên wan were derketin.

Piştre Hevserokê Navendên Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê Cemal Ozçelîk axivî û got: “Kesên ku jiyana xwe ji dest dane, barkêşên herî mezin ên têkoşîna azadiyê ne. Her gerîlayek ku di têkoşînê de wek şehîd bû mîrateyek xurt û biryardariya têkoşînê li pey xwe hiştiye. Şehîd, bi jiyan û têkoşîna xwe parçeyê herî girîng ê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ne. Rêzgirtina li bîranîna wan tê wateya bilindkirina daxwazên wan ên azadî, demokrasî û jiyanek bi rûmet e.

Cemal Ozçelîk axaftina xwe bi banga beşdarbûna bîranîna navendî ya ku sibê li Grenchen, Swîsreyê bê lidarxistin bi dawî kir.

Şehîdê gel e 

Piştre  bavê  şehîd Mehmet Hayrî Cebexçur Metîn Acan û xizmê şehîd Azad Ozgur Ronî Serhat Akcan axaftinên kurt kirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku her du şehîd ne tenê şehîdên malbatên xwe ne, yên Kurdistanê ne.

Acan û Akcan anîn ziman ku ewkî malbat ew êşa mezin dikşînin û diyar kirin ku bîranîn û mîrateya şehîdan wê bijî.

Piştî axaftinan, malbatan sersaxî qebûl kirin.