Kurdistaniyan li Bergstrasseyê 15ê Tebaxê pîroz kir
Kurdistanîyên ku li Bergstrasse û derdora wê ya Almanyayê dijîn, Roja Berxwedanê ya 15ê Tebaxê bi şahiyeke gelêrî ya berfireh pîroz kirin. Di çalakiyê de girîngiya parastina ziman, çand, nasname û dîroka gelê kurd hate bi bîrxistin.

Brûsk Bagok
Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, li ser navê komîteya organîzasyonê axaftineke pêşwaziyê hate kirin û beşdarên şahiyê hatin silavkirin. Di axaftinê de girîngiya dîrokî ya 15ê Tebaxê û wateya wê ji bo gelê Kurd hate diyar kirin.
Hevseroka KCDK-E Zubeyda Zumrut bi boneya Roja Berxwedanê ya 15ê Tebaxê gelê kurd silav kir û şehîdên 15ê Tebaxê û hemû kesên ku di rêya têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêz û hurmet bi bîr anî.
Zubeyde Zumrut diyar kir ku 15ê Tebaxê tenê dîrokek nîne, lê di têkoşîna gelê kurd a ji bo parastina nasname, ziman, çand û dîroka xwe de qonaxeke girîng e. Wê bal kişand ser polîtîkayên înkar û zextê yên ku armanc dikirin hebûna gelê kurd û çanda wî tune bikin.
Zubeyde Zumrut anî ziman ku gelê kurd di dîrokê de ji ber ku bi ziman û çanda xwe bijî jî rastî zext û qedexeyan hatiye. Bi taybetî li ser astengkirina bikaranîna zimanê dayikê ji aliyê zarok û malbatan ve rawestiya û diyar kir ku têkoşîna li dijî van şertan bi fedakariyên mezin hatiye meşandin.
Serhildêr û pêşengên berxwedanê hatin bibîranîn
Zubeyde Zumrut di axaftina xwe de navên kesayetiyên ku di têkoşîna azadiya gelê kurd de cihê girîng digirin jî bi bîr anî. Wê Haki Karer (Agit), Mazlum Doğan, Sakine Cansız, Mehmet Hayri Durmuş û Kemal Pir û hemû kesên ku di rêya têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi rêz û hurmet bi bîr anî.
Wê destnîşan kir ku berxwedanên wan di têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadî û nasnameyê de roleke girîng lîstine. Li gorî Zümrüt, bi hezaran kes bi berdana bedelên mezin îro dikarin ziman, çand û nasnameya xwe li herêmên cuda yên cîhanê bi hêztir biparêzin.
‘Pirsgirêka kurd pirsgirêkên bingehîn a Rojhilata Navîn e’
Zubeyde Zumrut di axaftina xwe de li ser pêşketinên rojane jî rawestiya û got ku pirsgirêka Kurd tenê pirsgirêka gelê Kurd nîne, lê yek ji pirsgirêkên bingehîn ên Rojhilata Navîn e.
Wê diyar kir ku daxwazên gelê kurd ji bo azadî, demokrasî û çareseriya demokratîk ji bo aştiya herêmê jî girîng in. Bang kir ku daxwazên gelê Kurd ji bo aştiyê, azadiyê û çareseriya demokratîk bêne dîtin û bêne hesibandin.
Di dawiya axaftina xwe de Zümrüt girîngiya parastina bîranîna kesên ku di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane anî ziman û got ku parastina nirxên ku ji ber têkoşîna wan derketine, berpirsiyariya hevpar a gel e.
Zarok derketin ser dikê
Piştî axaftinan, bernameya çandî dest pê kir. Koroya Zarokan a Bergstrasse bi bernameya xwe ya muzîkê li ser dikê derket. Stranên ku zarok lêxistin û gotin, şahiyê bi coşeke taybet xemiland.
Piştî koroya zarokan, hunermend Birhat Kürdi, Memyan Serhat û Perwin Afrin li ser dikê derketin. Bi stranên Kurdî yên hunermendan, beşdarên şahiyê ketin govendan. Jin, ciwan û zarok bi coşeke mezin beşdarî govendan bûn û govend demeke dirêj berdewam kir.
Di dema bernameya muzîkê de li qadê gel coşiya. Beşdarên ku cil û bergên kevneşopî yên kurdî li xwe kiribûn, bi muzîk û govendan re çanda Kurdî bi awayekî rengîn nîşan dan.
Zarok jî beşdarî coşa şahiyê bûn
Beşdariya zarokan di şahiyê de jî bal kişand. Zarok li qadên ku ji bo wan hatibûn amadekirin lîstin û kêfxweş bûn. Malbat jî bi zarokên xwe re tevahiya bernameyê bişopandin.
Beşdariya kesên ku cil û bergên kevneşopî li xwe kiribûn, qadê bi dîmenên rengîn xemiland. Ziman, muzîk, cil û berg û govendên Kurdî bi hev re atmosferaya çandî ya şahiyê xurtir kirin.
Nûnerên şaredariyê jî beşdarî şahiyê bûn
Di şahiyê de, ji bilî gelê herêmê û mêvanên cuda, nûnerên şaredariyên herêmê jî beşdar bûn. Nûnerên şaredariyê bi beşdarên şahiyê re hevdîtin pêk anîn û Roja Berxwedanê ya 15ê Tebaxê pîroz kirin.
Beşdariya nûnerên şaredariyê ji bo pêşxistina têkiliyên civakî û çandî û xurtkirina hevkarî û hevpeyvîna di navbera civakan de jî girîng hate dîtin.
Çand, ziman û hevkariya civakî hatin berxistin
Şahiya 15ê Tebaxê ya li Bergstrasseyê tenê çalakiyeke bîranînê nebû; di heman demê de civînek gelêrî ya ku çand, ziman, nasname û hevkariya civakî ya gelê Kurd tê de hat jiyandin bû.
Beşdar di tevahiya rojê de li hev civiyan, sohbet kirin, muzîk guhdarî kirin û govend gerandin. Malbat bi zarokên xwe re beşdarî şahiyê bûn û ev çalakî bû cihê ku nifşên cuda li hev civiyan.
Di şahiyê de girîngiya veguhastina ziman, çand û kevneşopiyên Kurdî ji nifşekê bo nifşekî din bi taybetî hate berxistin. Peyama parastina bîranîna şehîdan û nirxên têkoşîna azadiyê, herwiha parastina çanda Kurdî û veguhastina wê ji nifşên nû re, di tevahiya bernameyê de derket pêş.
Şahiya gelêrî ya 15ê Tebaxê li Bergstrasse bi muzîk, govend û coşa gel heta derengiya şevê berdewam kir. Beşdarên şahiyê bi hev re Roja Berxwedanê pîroz kirin û bi peyamên yekîtiyê, hevkarî û parastina çanda Kurdî şahiyê bi dawî anîn.


