Kurdistanî li dijî komployê derket qadan

Kurd û Kurdistaniyan li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê li diji komploya 9ê Cotmehê ya navdewletî ku li ser Rêber Abdullah Ocalan pêk hatî, çalakiyên girseyî pêk anîn û komplo şermezar kirin. Girseyên ku daketin qadan ji Abdullah Ocalan re azadiya fîzîkî xwestin.

•
1 deqe xwendin
Kurdistanî li dijî komployê derket qadan

Platforma Saziyên Demokratîk, li bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê daketin qadan û çalakiyên girseyî li dar xistin. Bi deh hezaran welatî beşdarî çalakiyan bûn û bi hev re ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin. Bi deh hezaran kes li bajarên wekî Amed, Mêrdîn, Riha, Êlih, Wan, Colemêrg, Agirî, Erzirom, Qers, Bêdlis, Mûş, Edene, Mêrsîn, Stenbol, Dêrsim, Xarpêt, Sêrt, Çewlîg, Îzmîr, Enqere, Şirnex û gelek navenden din din kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyan de girse li navendên bajêr kom bûn û bi pankart, dowîz û posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşên girseyî li dar xistin. Herî zêde pankartên “Li dijî hişmendiya komployê, ji bo Rêber Apo azadî, bila girtîgeha Îmraliyê bê girtin” vekirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” berz kirin. Kesên di çalakiyan de axivîn komplo nalet kirin û xwestin her kes ji bo azadiya fîzîkî têbikoşin. 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK jî bi heman armancê daxuya da û got: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi azadiya Rêber Apo û ya gelê Kurd tacîdarkirin, wê komploya navneteweyî bi temamî vale derbixe. Sala 29an banga bilindkirina têkoşînê li gelê Kurd, dostên wê û hêzên demokrasiyê dike.