Kurdên Manîsayê Hamdiye Komurcu bi bîr anîn

Kurdên li Manîsayê Hamdiye Komurcu ya ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyan xwe ji dest dabû li navçeya Tûrgûtlûyê bi bîr anîn.

•
1 deqe xwendin
Kurdên Manîsayê Hamdiye Komurcu bi bîr anîn

Kurdên li Manisayê bi pêşengiya MEBYA-DERê, ji bo Hamdiye Komurcu (Eylem) ya ku di 21ê Gulana 1997an de li Heftanînê jiyana xwe ji dest dabû, bernameya bîranînê li dar xistin. Girseya ku li ber avahiya DEM Partî ya Tûrgûtlûyê ya Manîsayê kom bû, bi dirûşmên “Şehîd namirin”, “Rêya şehîd rêya me, Apo ye serokê me”, “Bijî Serok Apo” heta mala bîranînê meşiya. Parlamenter û rêveberên DEM Partiyê Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê, hevserokên MEBYADER-EGEyê, Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Îzmîrê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Hamdiye Komurcu li salonê hatin daliqandin. Bîranînê bi rêzgirtin û sirûda “Çerxa Şoreşê” dest pê kir.

Di bernameyê de bavê Hediye Komurcu, Bahattîn Komurcu axivî û got: “Berxwedana van mirovan, ked û têkoşîna şehîdan em anîn vê astê. Ew bûn sedem ku em werin vê asta bilind, wan Kurd li cîhanê dan naskirin. Em bi hev dan naskirin. Têkoşîna me yek e, gotina me yek e. Şehîd namirin, bijî Birêz Ocalan û bijî berxwedana gelê Kurd.”

Dayika Aştiyê Peyruze Kurt jî kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: “Zarokên me doza gelekî mezlûm meşandin; doza aşitî û azadiyê, doza hebûn û mafê, doza nasnameyê meşandin. Em ê heta dawiyê xwedî li doza wan û şehadeta wan derkevin.” 

Piştî axaftinan bîranîn bi mewlûda ku hat xwendin bi dawî bû. Girseyê bi hilgirtina wêneya Hamdiye Komurcu û berzkirina dirûşman heta avahiya DEM Partiyê meşiya û belav bû.