Kurdan li Rûsyayê cejna Vejînê pîroz kir

Kurdan li herêma Stavrapol a Rûsyayê, salvegera 42emîn a Pêngava 15ê Tebaxê bi coş pîroz kir.

•
1 deqe xwendin
Kurdan li Rûsyayê cejna Vejînê pîroz kir

Kurdan li Mala Çandê ya bajarê Novoalêksandrovskê ya herêma Stavropolê, cejna 15ê Tebaxê, Roja Vejînê, pîroz kir. Pîrozbahî bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Di destpêka merasîmê axaftin li ser wate û girîngiya 15ê Tebaxê hatin kirin. Di axaftinan de Roja Vejînê li hemû şoreşger û gelên Kurdistanê, bi taybetî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hate pîroz kirin. Li ser dîroka têkoşîna çekdarî, encamên wê û rewşa niha ya hêza çekdarî û rola wê di têkoşîna gelan a ji bo azadiyê de rawestiya.

Endamê Otonomiyaya Kurdên Novoalêksandrovskê ya Stavropolê, Mehmedê Ferman, li ser navê Kurdên herêmê Roja Vejînê pîroz kir û peyama pîrozbahiyê bi beşdarvanan re parve kir.

Piştre bernameya hunerî dest pê kir. Hunermenda ciwan Albîna Miraz, hunermend Barî Yûsopov, herwiha Mehmedê Ferman û hozan Rojhilat Azad, bi stran û muzîka xwe beşdarvanan kêfxweş kirin û atmosferê şahiyê zindî kirin. Albîna Miraz bi stranên xwe kelecanê beşdarvanan bilind kir, di berdewamiyê de Barî Yûsopov û Mehmedê Ferman stranên xwe pêşkêş kirin. Hozan Rojhilat Azad jî bi muzîk, çepik û stranên gelêrî hat pêşwazîkirin. Şahî bi stranên Kurdî, şoreşgerî û kurdperwerî berdewam kir û beşdarvan li ser stranên Kurdî govend gerandin.

Şahî heta derengiya şevê berdewam kir û bi dirûşmeyên “Bijî 15ê Tebaxê” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.