Kurdan li 10 bajaran Şehîdên Azadiyê bibîr anîn
Gelê kurd li gel malbatên gerîllayên ku di demên cuda de di şer de jiyana xwe ji dest dabûn, li Manîsa, Aydin, Îzmir, Colemêrg, Êlih, Agirî, Îdir, Qers, Erzirom û Bêdlisê bernameyên bîranînê li dar xist.

Kurdan li Êlih, Colemêrg, Aydin, Îzmîr, Manîsa, Qers, Îdir, Agirî, Erzirom û Bêdlisê bernameyên cuda şehîdên azadiyê bibîr anîn.
Manîsa
Di roja duyemîn a bernameya bîranînê ya ku li taxa Yilmazlar a navçeya Salîhlî ya Manîsayê ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê ku di serdemên borî de jiyana xwe ji dest dane mewlûda Kurdî hate xwendin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, Hevserokên DEM Partiyê yên Bajarê Manîsayê Kerem Taylan û Evîn Gunsel, endamên MEBYA-DER, YAK-DER û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê cih girtin. Bîranîna ku hat lidarxistin ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka DEM Partiyê ya Manîsayê Evîn Gunsel axivî û diyar kir ku ew ji ber kesên jiyana xwe ji dest dane xemgîn in, lê ji ber têkoşîna wan serê wan bilind e. Evîn Gunsel anî ziman ku ji bo xeyalên kesên jiyana xwe ji dest dane pêk werin, ew ê di riya ku wan vekiriye de bimeşin.
Li ser navê Dayikên Aştiyê Peyruze Kurt jî bal kişand ser wê yekê ku tevî hemû êş û azaran jî ew di aştiyê de bi biryar in û daxwaza aştiyê dikin.
Bernameya bîranînê bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.
Aydin
Li Aydinê li navçeyên Efeler, Soke, Koşk û Germencikê ji bo kesên ku di têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bernameyên bîranînê hatin lidarxistin.
Germencîk
Li ser Kolana Yeşiltepeyê ya taxa Ortaklarê ya navçeya Germencikê bîranînek hat li dar xistin û pankarta “Em bi berxwedanê azad bibin, civaka demokratîk dihonin” hate vekirin. Nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û gelek welatî tevlî bîranînê bûn. Li qada bîranînê wêneyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Di axaftinên hatin kirin de bal hat kişandin ser têkoşîna kesên ku jiyana xwe ji dest dane.
Efeler û Soke
Li Mala Taziyê ya Mele Nedîm a li taxa Ovaeymirê ya Efeler û li Mala Taziyê ya Savûcayê ya Sokeyê ji bo şehîdan bîranînek hat li dar xistin Di bernameya bîranînê de mewlûda Kurdî hat xwendin.
Koşk
Li Cemxaneya Koşkê bîranînek hat lidarxistin û gelek welatî tevlî vê bîranînê bûn.
Îzmîr
Li navçeya Bûca ya Îzmîrê, bi pêşengiya EGE-MEBYADERê de bernameya bîranînê ya ku ji bo kesên di dem û cihên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane li Komeleya Piştevaniyê ya Pasûriyan a li Taxa Çamlikûleyê hatibû lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de bi dawî bû.
Malbatên şehîdan, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ya Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk, Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal, Dayikên Aştiyê, endamên Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aşitiyê Heye, rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Zanyarên Olî (DİAYDER), aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Îzmîrê û gelek welatî tevli bîranînê bûn.
Bîranîn, bi beşdariya girseyî ya welatiyan û diayên berdewam kir. Bernameya bîranînê bi tilîlî û dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû. Bernameya bîranînê wê sibê li heman cihî berdewam bike.
Colemêrg
Roja duyemîn a bîranîna endamên Tevgera Azadiya Kurdistanê ya li Colemêrgê bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû. Bîranîna şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, ya li Eywana Dogu Palacê ya navenda Colemêrgê hatibû danîn, bi dawî bû. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û bi hezar welatî serdana bîranînê kirin. Colemêrgî ji serê sibê ve herikîn qadê û xwedî şehîdên xwe derketin. Di roja dawî ya bîranînê de Mevlûd û dia hatin xwendin, dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di bîranînê de sersaxî ji malbatên şehîdan xwest û anî ziman ku aniha li her derê bakurê Kurdistanê bîranîna şehîdan hatiye danîn. Keskîn Bayindir di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em minetê têkoşîna van şehîdan û Rêber Apo ne. Ev têkoşîna azadiya Kurdistanê bi egîd û lehengan li ser xwedî nirxan û bi milyonan ber bi azadiyê ve diçe. Ev têkoşîn û serhildan ya 29an bû. 28 caran Kurdan li Amedê, Colemêrgê, Mêrdînê têkoşîn ceriband lê negihişt armanca xwe. Em bi tevahî gelê xwe bibawerin ku ev têkoşîna xwedî 29 hezar cangoriyan bi pêşengiya rebêrê rêberan Abdullah Ocalan wê bigihije armanca xwe. Heta em azadiyê bidest nexin em ê her li ser rêça şehîdan û Rêber APO bimeşin û em ê bibawer bin.”
Piştî axaftinan sînevîzyona li ser jiyana şêhîdan hate temaşe kirin. Bîranîna şehîdan bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.
Êlih
Gerîlayên HPGê û YJA-Starê yên ku di dîrok û li cihên cuda şehîd ketine, di roja 2yemîn de bi awayekî girseyî li mala şînê ya 19 Mayisê ya li taxa 19 Mayisê hatin bibîranîn. Di bîranînê de malbatên şehîdan, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, parlamenterên DEM Partiyê û rêveber û endamê gelek partiyên siyasî, TJA, Dayîkên Aştiyê, MEBYA-DER û gelek welatiyên bajêr serdana bîranînê kirin. Dê bîranîn di roja sisêyan de li Eywana Dawetê ya Vûralê bi xwendina mewlûdê û bi bîranîneke giştî ew ê bi dawî bibe.
Serhat
Li Îdir, Qers, Bazîd, Panos, Qereyazî, Qereçoban, Xinûs, Tatos û Tetwanê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bîranîn tên lidarxistin.
Komeleya MEYAB-DERê li Îdir, Qers, navçeyên Bazîd û Panosê yên Agiriyê, navçeyên Tatos, Qereyazi, Qereçoban û Xinûs ên Erziromê û navçeya Tetwan a Bedlîsê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bîranîn li dar dixe. Bîranîn bi girseyî dest pê kirin û gelek welatî ji bo sersaxiyê bidin malbatan serdana bîranînan dikin.
Îdir
Li Îdirê, bîranîna bi pêşengiya Komeleya Piştevaniyek, Piştevanî, Yekîtî û Çanda bi Malbatên li Dergûşa Şaristaniyan Xizmên Xwe Windakirine re (MEBYA-DER), tê lidarxistin, di roja duyemîn de didome. Bîranîna ku li Mala Sersaxiyê ya li Taxa Ozgurê tê lidarxistin, bi serdanên girseyî didome. Di bîranînê de wêneyên şehîdan li ser maseyan hatine bicîhkirin û dirûşmeya “Şehîd namirin” tê berz kirin.
Qers
Li Qersê bi pêşengiya MEBYA-DERê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane bîranînek tê lidarxistin. Bîranîn di saetên serê sibê de li avahiya DEM Partiyê ya Qersê bi dirûşman dest pê kir. Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Parlamentera Qersê Gulistan Kiliç Koçyîgît, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn.
Li eywana ku bîranîn lê tê lidarxistin, wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta “Şehîd namirin” hatin daliqandin. Di bîranîna ku bi rêzgirtinê dest pê kir de, dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Agirî
Li navçeyên Bazîd û Panosê yên Agiriyê ji bo kesên di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane bernameyên bîranînê tên lidarxistin. Bîranîn li Bazîdê li Mala Sersaxiyê ya Mudur Aras, li Panosê jî li Mala Sersaxiyê ya Goristanê tên lidarxistin. Malbatên şehîdan, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Meclisa Dayikên Aşitiyê, parlementerên Agiriyê, nûnerên rêxistinên demokratîk ên bajêr û gelek kes di roja ewil de beşdarî bîranînan bûn.
Di bîranînê de pankarta “Şehîd namirin” hat daliqandin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re serdana her du navçeyan jî kir û sersaxî da malbatan. Tulay Hatîmogûllari di serdana Bazîdê de axivî û bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li têkoşîna kesên di doza azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Tulay Hatîmogullari wiha got: “Malbatan ev agahiya xemgîn tam di van rojên ku em behsa aştî û pêvajoya çareseriyê dikin de girtin. Daxwaza hevpar a hemû malbatên ku me hevdîtin pê re kir ev e ku êdî li van xakan tu ciwan jiyana xwe ji dest nedin, şer û pevçûn bi dawî bibin û pêvajo bi aştiyeke bi rûmet bê tacîdarkirin. Beriya 50 salan tu kesî hebûna gelê Kurd nas nedikir. Di encama berdêlên giran de, gelê Kurd êdî ne tenê li Tirkiye û Rojhilata Navîn, li hemû cîhanê jî serbilindî hebûna xwe nîşan daye û îspat kiriye.”
Bernameya bîranînê ya her du navçeyan bi qebûlkirina sersaxiyan ji aliyê malbatan ve didome.
Bedlîs
Li Bêdlîsê, bi pêşengiya Komeleya Yêkitî, Çand, Piştevanî û Alikariya ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEYAB-DER), ji bo kesên di têkoşîna azadiya Kurd de di dîrok û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane bernameyeke bîranînê tê lidarxistin. Bîranîn li Eywana Pêşangehan a Tetwanê pêk tê û di saetên sibehê de bi dirûşmeyan dest pê kir. Maseya ku wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane li ser hatibûn danîn bi rengên kesk, sor û zer hat xemilandin. Li Eywanê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Şehîd ronahiya riya me ne” û “Şehîd namirin” hatin daliqandin. Di bîranîna ku bi rêzgirtinê dest pê kir de, dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
‘Têkoşîna wan dê bidome’
Parlementera Bêdlîsê Semra Çaglar Gokalp di bîranînê de axivî û bal kişand ser girîngiya aştiyê ya ji bo gelan û wiha got: “Kesên ku polîtîkaya înkar û îmhayê meşandin li berxwedana gelê Kurd qelibîn. Ev pêvajoya 50 salan hişmendiya înkar û îmhayê anî ser maseya diyalogê û muzakereyê. Ev mase bi xêra kesên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane ava bû. Rol û mîsyona wan a di avakirina aştiyeke birûmet de pir girîng e. Têkoşîna wan heta ku azadî û aştî ava bibe dê berdewam bike.”
Bîranînê bi serdanan berdewam dike.
Erzirom
Li navçeyên Qereyazi, Qereçoban, Tatos û Xinûs ên Erziromê jî bi pêşengiya MEBYA-DERê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bîranîn tê lidarxistin. Di bîranînan de ji bo şehîdan dia tên xwendin û dirûşma “Şehîd namirin” tên berzkirin. Alîkarê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Mahfûz Guleryuz, hevberdevka HDKê û parlementera Erziromê Meral Daniş Beştaş û gelek welatî serdana şînan dikin û sersaxiyê didin malbatan.


