Kurd kujeran baş nas dikin
Rêxistinên DEM Partî û DBPê yên Êlihê bi boneya bîranîna salvegera kuştina Mehmet Sîncar, Metîn Ozdemîr û Hatîp Kiliç bi daxuyaniyekê bernameya bîranînê li dar xistin û gotin: “Kurd baş dizanin ku kê ev komkujî pêk anîne.”

Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê Mehmet Sîncar, Metîn Ozdemîr û Hatîp Kiliç ên ku di 2-4ê Îlona 1993yan de encama êrişeke ku kujerên wan nediyar hatibûn kuştin, li Kuçeya Elmayê ya Êlihê ji aliyê DEM Partî û DBPê yên Êlihê ve hatin bibîranîn. Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a ku qeyim tayînî şûna wê hatiye kirin û gelek rêveber û endamên herdu partiyan û rêveberên gelek saziyên sivîl ên civakî yên bajêr tev li bûn. Girseyê ewil ji bo cangoriyên azadiyê deqedeyek rêz girt û pişte ew bi daxuyaniyek bi bîr anîn.
‘Kujerên wan diyar in’
Hevserokê DBPa Êlihê Resûl Çetîn ewil axivî û got: “Di sala 1993yan de rêhevalên wan Mehmet Sîncar, Metîn Ozdemîr û Hatîp Kiliç ji hêla hêzên kontrayê û yên tarî ve hatine qetilkirin. Qetilkirina wan ne meseleya ji bo ku siyasetmedar bûn, ji ber ku ew kurd bûn hatin qetilkirin. Hevalên me nûnertiya siyaseta gelê Kurd û ya demokratîk dikirin. Ji ber wê sedemê raste raste bûne hedef û hatine qetilkirin. Em gelek salan bi hev re mane û jiyane. Mixabin li bajarê me gelek êrişên bi vî awayî hatine kirin. Li Kurdistanê gelek bûyerên bi vî awayî yên kujerên wan diyar in, hatine kirin. Her çiqas bûyerên bi vî awayî hatibin kirin, hê jî hişê civaka Kurd zindî ye. Heta edalet neyê, aştî jî nayê. Gelê Kurd baş dizanin ku kî van komkujiyan kiriye. Em tu carî ji van komkujiyan re nabêjin kujer nediyar, kujerên wan diyar in. Daxwaza gelê Kurd ew e ku êdî kujer derkevin holê. Ger ku ev pêvajo bi awayekî rast bimeşe divê hemû kujer jî yek bi yek derkevin holê. Da ku aştiyeke mayînde û bi rûmet pêk bê. Em şexsiyeta van hevalan de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin.
‘Heta edalet neyê, aştî jî nayê’
Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû jî anî ziman ku bi salan e ew dizanin ku kujer kîne û got: “Di van komkujiyan de li vî bajarî bi dehan kes hatine windakirin. Parlamenterê DEPê Mehmet Sîncar, Metîn Ozdemîr û rêveberên me Hatîp Kiliç û gelek şehîdên me careke din em wan bi bîr tînin. Em îro li vê kolanê navê hevalan dibêjin, lê gelek kolanên Êlihê bi dehan hevalên me hatine qetilkirin. Îro bi derketina dengê birêz Ocalan ê ji Îmraliyê û atmosfera pêvajoyê aştiyê li her derî xistiye. Heta ku bi kiryarên demên borî hevdîtin neyên kirin, bi van gavên ku hatine avêtin aştiyeke mayînde pêk nayê.”
Piştî axaftinan girseyê qurnefîlan danîn erdê û belav bûn.


