Kujerên 7 şivanên di 1990î de hatin kuştin li ku ne?

Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê û Xizmên Windayan di hefteya 246emîn a çalakiya xwe de edalet ji bo 7 şivanên ku di sala 1990î de hatibûn qetilkirin xwestin; ÎHDê bal kişand ser bêcezahiştinê û hat dest nîşankirin ku tevî 36 sal derbas bûne jî kujer serbest digerin û divê faîl bên darizandin.

•
1 deqe xwendin
Kujerên 7 şivanên di 1990î de hatin kuştin li ku ne?

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û Xizmên Windayan, di hefteya 246an de çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin”  berdewam kir. Endam û rêveber li Kolana Hunerê ya Geverê ya Colemêrgê kom bûn û xwestin kujerên şivanên bi navê Mehmet Urun, Salih Urun, Omer Urun, Siddik Yakut, Mehmet Yakut, Omer Kaçan û Abdullah Kert ên di 1990î de hatin kuştin bên dîtin û cezakirin.

Rêveberê ÎHDê Ozan Akbaş daxuyanî da û xwest kujer bên dîtin û darizandin.  Ozan Akbaş da zanîn ku 7 şivan 36 sal berê hatin kuştin, lê hîn kujerên wan serbest digerin û xwest kujer bêne darizandin.