Kovara Psychology Kurdî sempozyûmekê li dar dixe
Kovara yekemîn a derûnnasiyê ya bi zimanê Kurdî, "Psychology Kurdî", ji bo 10 saliya xwe li Mêrdînê sempozyûmeke berfireh li dar dixe.

Kovara yekemîn a derûnnasiyê ya bi zimanê Kurdî, "Psychology Kurdî", dê li Mêrdînê sempozyûmeke berfireh li dar dixe. Ev sempozyûm dê di 3 û 4ê Cotmehê de li Baroya Mêrdînê pêk bê. Mijara sereke ya sempozyûmê "Tendirustiya Derûnî û Edaleta Civakî" hatiye diyarkirin.
Bernameya Sempozyûmê wiha ye:
Trawma, Edalet û Zimanê Dayikê
Sempozyûm balê dikişîne ser bandora zext, newekhevî û bêedaletiya ya li ser tendirustiya derûnî ya civakê. Di roja yekem de rûniştin li ser trawmayên civakî, rûbirûbûn, şîna civakî û lêgerîna edaletê ya di bin siya pergalên darazê de ne. Di roja duyem de jî girîngiya zimanê dayikê di parastina zaroktiyê de, pirsgirêkên koçberiyê û wekheviya di wergirtina xizmetên tendirustiyê de derdikevin pêş.
Axaftvan:
Di sempozyûmê de gelek pispor, akademîsyen, hiqûqnas û psîkolog cih digirin. Rola hemû axaftvanan di bernameyê de bi kurtasî wiha ye:
Prof. Dr. Jan İlhan Kızılhan li ser trawmatolojiya navçandî û bandorên çandî radiweste.
Prof. Dr. Melek Göregenli têkiliya mirov û mekan, û derûniya polîtîk dinirxîne.
Prof. Dr. Sibel Sakarya behsa astengiyên ziman ên di tendirustiyê de dike. Edîtorê kovarê Abdulsıttar Özmen jî balê dikişîne ser armanca wan a pêşxistina zimanê Kurdî wekî zimanekî zanistî.
Prof. Dr. Fuat Tanhan, Rojnameger Ali Duran Topuz û Doç. Dr. Mesut Işık li ser trawmayên kolonyal û şîdeta epîstemîk;
Prof. Dr. Burhanettin Kaya û Prof. Dr. Selçuk Candansayar jî li ser derûniya polîtîk û şîna civakî axaftinan dikin.
Hiqûqnas û Parazvanê Mafê Mirovan Mehmet Emin Aktar, Cahit Kırkazak û Sezgin Dinç bandora pergalên darazê li ser derûniyê û lêgerîna edaletê dinirxînin.
Prof. Dr. Safiye Yıldız, Doç. Dr. Abdurahim Özmen û Doç. Dr. Necat Keskin balê dikişînin ser pirsgirêkên derûnî yên koçberan û rola folklorê ya di derûnnasiya gelêrî de.
Dr. Ramazan Pertev, Doç. Dr. Nurettin Beltekin û Dr. Hozan Saatçıoğlu bandora perwerdeya bi zimanê dayikê li ser geşedana derûnî ya zarokan nîqaş dikin.
Dr. Seher Oral û Psîkiyatrîst Azad Dildar li ser girîngiya axaftina bi zimanê dayikê di navbera nexweş û terapîst de radiwestin.
Mamoste Sîdar Özmen û Derûnnas Siyabend Aslan ku ji edîtoryaya Psychology Kurdî ne pêşkêşî û axaftina destpêkê ya bernameyê dikin û herweha Derûnnas Zelal Coşkun, Derûnnas Berfin Güler, Parêzer Dilan Koç, Dr. Sevda Orak, Dr. Güneş Kan û Dr. Ahmet Özel moderatoriya rûniştinan bi rê ve dibin.
Ev sempozyûm ji bo civakê fersendeke mezin e ku wê ew li ser birînên xwe yên civakî biaxivin û rêyên başbûnê nîqaş bikin.
Edîtoriya Kovara Psychology Kurdî diyar kir ku hemû kesên eleqedar dikarin bên beşdarî sempozyûmê bibin.


