Koordînasyon neyê avakirin dê pêvajo bixitime
Dewleta tirk demek dirêj e gavên pêwîst naavêje. Li gel ku PKKê xwe fesih kir û Rêveberiya Tevgerê jî daxuyand ku ji vegera siyaseta demokratîk re amade ne jî, Tirkiye hêj gavên pêwîst naavêje. Çima gelo?

Ji bo mirov rewşa îro ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk fam bike, divê pêşî li wêneyê mezin binêre. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê pêvajoyê wekî meseleyeke Bakur nabîne. Ew entegrasyona pozîtîf wekî stratejiyekê ji bo her çar perçeyên Kurdistanê difikire û dixwaze bi hemahengî bimeşe. Mebest ew e ku kurd ne bi înkar û şer, lê bi nasnameya xwe ya naskirî di nav pergalên Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê de cih bigirin. Loma Rojava, Rojhilat, Bakur, Şengal û Qadên Parastina Medyayê ji hev cuda nayên nirxandin; pêşketineke li Rojava rasterast bandorê li Bakur dike, nearamiyeke li Başûr li ser Şengalê bandorê dike. Rêber Ocalan Kurdistanê yekpare digire dest û dixwaze bi hemû hêz û dewletên heyî re li ser nasîna nasnameya kurd û Kurdistanê çareseriyekê peyda bike.
Bandora geşedanan li ser pêvajoyê
Di hefteya borî de geşedaneke ku bandorê li hevsengiyên Rojhilata Navîn û Kurdistanê bike, pêk hat. Emerîka di 30ê îlonê de bi temamî ji Iraqê derket. Piştî 23 salan li Iraqê leşkerên Emerîkayê neman. Ev hevsengiya li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Kurdistanê diguherîne; rasteyên nû yên siyasî derdixe holê. Hêzên herêmê yên wekî Tirkiye û Îranê dê hewil bidin ji van guherînan sûd bigirin. Bêguman ev guherîn dê rageşiya li Rojhilata Navîn û Kurdistanê kûrtir bike. Helwesta Tirkiyeyê dê nîşan bide ka Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jê bandoreke çawa bibîne. Herêmeke bêşer tenê bi stratejiya Abdullah Ocalan pêkan e, lê Tirkiye dê çi qasî nirxê vê yekê bizane, ev nediyar e. Helwesta Tirkiyeyê ya heta niha di vî warî de zêde hêviyê nade. Lê li gorî gavên ku di demeke kin de ji bo pêvajoyê bên avêtin an jî neyên avêtin, em ê fam bikin.
Dewlet ne ji çekan ji stratejiya Ocalan ditirse
Dewleta tirk demek dirêj e gavên pêwîst naavêje. Li gel ku PKKê xwe fesih kir û Rêveberiya Tevgerê jî daxuyand ku ji vegera siyaseta demokratîk re amade ne jî, Tirkiye hêj gavên pêwîst naavêje. Çima gelo? Sedema vê yekê tirsa ji stratejiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Dewleta Tirk vê stratejiyê baş fam dike û ji vê stratejiyê ditirse. Ya ku wê ditirsîne ne çekên di destê şervanên azadiyê de ne, stratejî, felsefe û siyaseta Ocalan e. Dewleta tirk dizane bi siyaset, stratejî û mêjiyekî çewa re rû bi rû ye. Ne dikare rasterast li dijî bêçekbûna PKKê derkeve ne jî dixwaze pêvajoyê biqedîne. Loma stratejiyeke wiha dimeşîne: “di bêçekbûnê de israr bike, demokratîkbûnê paşve bixe”. Sê sedemên vê polîtîkayê hene: Ya yekemîn ew e ku dewleta tirk hêj dest ji hişmendiya înkara gelê Kurd bernedaye. Ya duyemîn ew e ku hêj hêvî dike ku dê bi Iraq, Sûriye û Îranê re bi demê re neteweya gelê kurd tune bike. Ya sêyemîn ew e ku nizane dê stratejiya Abdullah Ocalan çi bîne serê wan. Ji bo vê naxwaze pêvajo bimeşe. Lê bi vê polîtîkayê dewlet firsendeke din a çareseriyê heba dike. Lê bi kîjan lîstik û hêviyê tevbigere bila bigere, ya rast ew e ku bibîne êdî nikare rastiya kurd û Kurdistanê înkar bike. Ji bilî nasîn û qebûlkirina mafên neteweyî yên gelê kurd ne pêvajo dimeşe û ne jî rêyeke din heye.
Tespît û teyîd dê çawa bê kirin?
Kesên nêzî pêvajoyê dibêjin ku dewlet tenê di mijara bêçekbûnê de lez dike. Dixwaze di zûtirîn demê de çek bên danîn, gerîla vekişe, kamp bên valakirin. Dewlet bi van mijaran her roj bi daxwazeke nû tê ber deriyê rêxistinê. Lê dema ku dor tê gavên demokratîk, ji her aliyê dewletê heman bersiv tê: pêşî tesbît û teyîd. Baş e, ev tesbît çi ye, bi kîjan pîvanê dê bê kirin? Kî teyîd dike, kengî? Dewlet nêzî diyarkirina van sînoran jî nabe. Têgiheke bêpîvan bi xwe dibe hincet. Dewlet dikare sibê jî bibêje hê teyîd nebûye, sala bê jî. Rêveberiya Tevgerê vê wekî hincetekê dinirxîne û wekî niyeteke xirab û lîstikekê dibîne.
Koordînasyon li ku derê ye?
Mijara niha pêvajo lê qelibiye, Koordînasyona Aştî û Siyasîbûnê ye. Ev koordînasyonek e ku Rêber Ocalan dê koordînatoriya wê bike. Koordînasyoneke ji rêzê nîne. Wekî ku dewlet dixwaze nîşan bide jêrkomîsyoneke girêdayî wê lijneyê nîne jî ku Cevdet Yilmaz serokatiya wê dike. Sê koordînasyonên esasî hene: Yek Lijneya Giştî ya di bin serokatiya Cevdet Yilmaz de ye. A duyemîn koordînasyona meclisê ya di bin serokatiya Nûman Kurtulmuş de ye. Koordînasyona sêyemîn jî ya di bin serokatiya Rêber Abdullah Ocalan de ye ku navê wê Koordînasyona Aştî û Bêçekbûnê ye. Ji bo pêşketina pêvajoyê nîşana herî şênber, avakirina Koordînasyona Aştî û Siyasîbûnê ye. Ev ne mijareke teknîk e. Ev, ew mekanîzma ye ku Ocalan dê bi rêya wê pêvajoyê bi rêve bibe. Kurtulmuş bi xwe çend caran got ku dê bê avakirin. Meh derbas bûn, tiştek nehat avakirin. Ji ber vê yekê, ji Rêveberiya Tevgerê Mustafa Karasû û Besê Hozat jî bi zimanekî zelal gotin ku heke koordînasyon demildest neyê avakirin, ev xitimîn e. Pêvajoyeke ku koordînatorê wê di tecrîdê de be û mekanîzmaya wî tune be, ne pêvajoya aştiyê ye.
MGKê klîşeyên xwe dubare kirin
Civîna MGKê di 1ê Cotmehê pêk hat. Lê mirov encamnameyê dixwîne û dibêje qey bîst sal berê ye. Heman hevok, heman ton, heman bêdengî. Heman rojê Meclis vebû. Erdogan spasiya DEM Partiyê kir, lê dema hat ser esasê meseleyê tenê şertek danî: heke gavên pêwîst bên avêtin, qanûn dê bikeve meriyetê. Kîjan gav, ji aliyê kê ve, heta kengî? Nehat gotin. Kurtulmuş jî ji vê çarçoveyê neborî.
Di rojên pêş de em ê helwesta dewletê baştir bibînin. Heke Koordînasyona Aştî û Siyasîbûnê bê îlankirin, deriyên Îmraliyê vebin û gavên hiqûqî bên avêtin, zemîna vê pêvajoyê dê bidome. Heke na, em ê bizanibin ku pêvajo xitimiye. Û berpirsiyarê wê ne aliyê kurd e. Berpirs îradeya dewletê ye ku gavan naavêje û di înkara gelê Kurd di israr dike.


