Konservatuvara Aram Tîgran piştî 9 salan deriyên xwe ji xwendekarên nû re vedike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo perwerdeya di qadên sînema, şano, muzîk, wêje û govendê de dest bi wergirtina serlêdanên Konservatuvara Aram Tîgran kir. Serlêdanên serdemê nû di navbera 1 û 20ê îlonê de bê kirin.

•
1 deqe xwendin
Konservatuvara Aram Tîgran piştî 9 salan deriyên xwe ji xwendekarên nû re vedike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên parastin, pêşxistin û veguhastina mîrata çandî û hunerî ya bajar bo nifşên nû de, ragihand ku li Konservatuvara Bajar a Aram Tîgran a girêdayî Serokatiya Beşa Karên Çandî, Hunerî û Civakî serdemê qeyda xwendekaran dest pê kiriye. Konservatuvara ku di sala 2010an de hatibû avakirin û di 1ê mijdara 2016an de ji aliyê qeyim ve hatibû girtin, piştî 9 salan ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve ji nû ve hate vekirin. Di serdemê nû de jî di şaxên cuda yên hunerê de perwerdehî bi temamî bêpere bê dayîn. Serlêdanên serdemê nû yên konservatuvarê dê di navbera 1 û 20ê îlonê ya 2026an de bê kirin.

 

Di şeş beşên cihêreng de perwerdeya bêpere

Li Konservatuvara Bajar a Aram Tîgran ku dê bi kontenjana sînordar xwendekaran qebûl bike; beşên sînema, şano, muzîk, muzîka zarokan, ziman û wêjeya kurdî û govend cih digirin. Bi bernameyên perwerdehiyê re tê armanckirin ku piştgiriya pêvajoyên hilberîna hunerî ya beşdaran bê kirin û hafizaya çandî ya bajar bo nifşên nû bê veguhastin. Hemû dersên atolyeyê yên li konservatuvarê dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bêne lidarxistin.

 

Di beşa muzîka zarokan de perwerde dê 6 salan bidome

Zarokên di navbera temenê 7-12an de dê bikaribin ji beşa muzîka zarokan a li konservatuvarê sûd werbigirin. Di beşa ku zimanê wê yê perwerdehiyê kurdî ye de, dê 6 salan perwerdehiya muzîkê ji zarokan re bê dayîn. Bi vê bernameya perwerdehiyê ya demdirêj re tê armanckirin ku di temenê biçûk de şiyana zarokan a di qada muzîkê de derkeve holê û bi pêvajoyeke perwerdehiyê ya sîstematîk were pêşxistin.

 

Serlêdan dê bi rêya DÎSMEKê bêne wergirtin

Serlêdanên serdemê nû yên konservatuvarê dê di navbera 1-20ê Îlonê ya 2026an de li ser adresa [https://dismek.diyarbakir.bel.tr/] https://dismek.diyarbakir.bel.tr/) bi awayekî serhêl bêne kirin. Ji derveyî Amedê jî serlêdan dê bêne qebûlkirin; kesên ku dixwazin derbarê şert û mercên serlêdanê û bernameyên perwerdehiyê de agahiyên berfireh bistînin, dikarin bi rêya jimara telefona 0412 502 90 18an re bi rayedaran re bikevin peywendiyê.

 

Atolyeyên hilbijartina xwendekaran dê di 21ê Îlonê de dest pê bikin

Piştî qedandina serlêdanan, atolyeyên hilbijartina xwendekaran dê di navbera 21-27ê Îlonê de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bêne çêkirin. Piştî nirxandinên ku di atolyeyan de bêne kirin, xwendekarên ku mafê perwerdehiyê bi dest bixin dê diyar bibin. Encamên atolyeyên hilbijartina xwendekaran dê di 5ê Cotmehê de bêne eşkerekirin, qûrsên serdemê nû yên li Konservatuvara Bajar a Aram Tigran jî dê di 12yê Cotmehê de dest pê bikin.