Kongra Star zimanê nefretê yê li dijî kurdan şermezar kir
Kongra Star li Kobanê bi daxuyaniyekê hewldanên tevdan û dijberiyê yên hin derdoran ên li dijî jin û gelê kurd şermezar kir.

Kongra Star bi tevlibûna jinên ji Kobanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li Qada Jina Azad hat dayîn û endama rêveberiya Kongra Star a navçeya Şêranê Nadiya Hiso axivî.
Nadiya Hiso bi bîr xist ku kesê bi navê Ramî ku keziya jineke kurd birîbû û li dijî vê bûyerê tevahî gelê kurd ji bo hesabxwestinê rabû ser pêyan, dîsa derketiye holê û wiha domand: “Ev serçete, me dît ku ket pêşiya komeke ereb û serkêşiya tundiya li hember gelê kurd kir. Ev yek jî di bin sîwana hikûmeta demkî de pêk hat ku qaşo em pêşerojeyeke demokratîk li gel hev ava dikin û em di qonaxa entegrasyonê de ne. Lê em dibînin ku kesên li hember gelê kurd û jinan komkujî pêk anîne û kiryarên bêexlaq kirine, careke din gefan dixwin û li hember wî, bêdengiyeke mezin heye.”
Nadiya Hiso ragihand ku jinên Kobanê dibêjin divê ev kes hesab bide û wiha pê de çû: “Em ê ranewestin heta ku hesab bide. Ev çeteyê ku nirxên mirovan, pîvanên exlaqî û nirxên jinan binpê kirin, wê hesab bide. Ev helwest û israra me jinan e. Eger heta niha hesab ji wî kesî nehat xwestin ku careke din gef xwarin, wê demê em jî dibêjin wê ev kes û yên wekî wî, hesabê xwe bidin.”
Daxuyanî bi berzkirina sloganên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Berxwedan jiyan e’ bi dawî bû.


