Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk didome
Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk, bi dirûşma ‘Ji bo Azadî, Statu û Aştiyê Hiqûqa Demokratîk’ di roja duyemîn de didome.

Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk ku bi dirûşma ‘Ji bo Azadî, Statu û Aştiyê Hiqûqa Demokratîk’ li Eywana Konferansê ya Çand Amedê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kiribû, di roja duyemîn de berdewam dike.
Konferansa ku bi beşdariya gelek delege, serokên baroyan, akademîsyen û nûnerên saziyên hiqûqê yên ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêk tê, dê îro li ser mijarên ‘Aştî û Yekîtiya Netewî’, ‘Hiqûqa Jinan û Civaka Demokratîk’, ‘Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk û Jîngehparêz’ û ‘Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk’ niqaşê bikin.
Konferans dê îro bi eşkerekirina deklarasyona encamnameyê bi dawî bibe.


