Komxebata Jineolojiyê: Armanca me azadkirina jinan e
Kovara Jineolojiyê li Wanê komxebata bi mijara “Komxebata Polîtîka û Rêbazên Têkoşîna Li Dijî Pergala Serdestiya Mêrsalarî di Sedsala 21’emîn de” ya ku du rojan bidome li dar dixe.

Kovara Jineolojiyê li Wanê komxebata bi mijara “Komxebata Polîtîka û Rêbazên Têkoşîna Li Dijî Pergala Serdestiya Mêrsalarî di Sedsala 21’emîn de” ya ku du rojan bidome li dar dixe. Komxebatê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, siyasetmedar Sebahat Tuncel, Huda Kaya û gelek jinan pêk tê. Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Derya Aydin di destpêkê de Nagîhan Akarsel bi bîr anî û wiha got: "Îro jin li hemû cîhanê bi tecawiza komî rû bi rû dimînin. Ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê jin di eniyên herî pêş ên berxwedanê de şer kirin. Lê îro zîhniyeta mêrane hemû destkeftiyên jinan desteser dike. Jin li dijî her cure tundiyê têdikoşin. Jin zêdetirî 100 sal in têdikoşin. Hemû destkeftiyên jinan encama têkoşîneke demdirêj e. Bi taybetî bi mezinbûna şer a piştî 2015’an, îro hemû destkeftiyên bi dest ketine di bin xeteriyê de ne. Di tevahiya vê xeleka şîdetê de, bi taybetî li Kurdistanê qonaxeke tund a tundiyê heye. Bi taybetî em bi qonaxeke cuda ya kolonyalîzmê re


