Komîsyona girtîgehan: Huseyîn Bîlecan zû berdin
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHDa Stenbolê xwestin girtiyê nexweş Huseyîn Bîlecan ê ku 32 sal û 9 meh in girtî ye bi lez bê berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya “Rûniştina Fyê” ya 758emîn ku 2 hefteyan carekê li dar dixin, li pêş avahiya ÎHDê ya Beyoglûyê li dar xist. Aktivîstên mafên mirovan, malbatên girtiyan û nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl tev li çalakiyê bûn. Parêzvanên mafên mirovan di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Huseyîn Bîlecan ê ku hê jî di Girtîgeha Sîncanê Hejmar 2yemîn de tê ragirtin. Di çalakiyê de pankertên “Dermankirin maf e, nayê astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Huseyîn Bîlecan bê berdan” hatin vekirin û wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji aliyê endamê ÎHDa Stenbolê Nazim Dîkbaş ve hat xwendin.
‘Huseyîn Bîlecan demildest berdin’
Nazim Dîkbaş anî ziman ku ew di hefteya 758emîn de rewşa Huseyîn Bîlecan ê ku hê jî di Girtîgeha Sîncanê Hejmar 2yemîn de tê ragirtin, parve dikin û wiha got: “Huseyîn Bîlecan ev 32 sal û 9 meh in girtî ye. Nexweşiyên dil, tansiyon, berfirehbûna demarê aort, embolisiya gûrçik, fitiq heye û wekî din jî nexweşiyên din jî hene. Huseyîn Bîlecan nikare bi awayekî rehet bêhnê bistîne. Tevahî van nexweşiyan jî bi kelemçeyê tên tedawîkirin. Li gorî agahiyên xizmên van daye Huseyîn Bîlecan ji ber nexweşiyên xwe ji Girtîgeha Kirşehîr a Tîpa Syê sewqî Girtîgeha Sîncanê Hejmar 2yemîn hatiye kirin. Bijîşk ji malbatê re gotibûn ku ji bo fitiq û safrayê divê Huseyîn emaliyat bibe. Lê ji ber rewşa wî divê li nexweşxaneyê were tedawîkirin. Lê tenê ji girtîgehekî din sewqî girtîgekî din kirin. Huseyîn Bîlecan di sala 2024an de înfaza xwe bi dawî kir. Lê ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê nehat berdan. Herî dawî lijne di 24ê Îlonê kom bû û berdana Huseyîn 3 meh din jî taloq kir. Divê Huseyîn Bîlecan demildest were berdan.”
Piştî xwendina daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.


