Koma Keçên Kurdistanê bi hev re konser dan
Koma Keçên Kurdistanê li Silêmaniyê bi beşdariya jinên ji her çar perçeyên Kurdistanê yekemîn konsera xwe lidar xist. Konserê eleqeyeke mezin dît.

Koma Keçên Kurdistanê li Silêmaniyê yekem konsera xwe lidar xist. Rewşenbîr û hunermendan li Silêmaniyê Jinên ji çar parçeyên Kurdistanê hatin bajêr bi germî pêşwazî kirin û beşdarî konserê bûn. Koma muzîkê çendîn stranên kurdî ji temaşevanan re pêşkêş kirin. Hogir Mihemed, dengbêj Zîno Hesen, Sêwe Kamîl, Jiyan Weledî û Nûjen Bûrhan, konser bi rêxistin kir û amedekariya wê kir. Di konserê de stranên Kanî Spî, Camekey Nalî, Xoşe Hewramanî, Mîrax, Nîştiman, Bihar Hatewe, Ez Keçim, Sirweyî Beyan û Kejawe pêşkeş kirin.
Di konserê de 30 muzîkjenên jin û 32 koroyên jinan jî beşdar bûn ku li ser dikê stranên resen yên kurdî strîn.


