Koma 222an a Mexmûrê nobet dewir girt

Li Mexmûrê koma 222an çalakiya nobetê ya ku di 20ê Tîrmeha 2023an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatîbû destpêkirin, dewir girt.

•
1 deqe xwendin
Koma 222an a Mexmûrê nobet dewir girt

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 20ê Tîrmeha 2023an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatîbû destpêkirin, di roja 1165an de bi koma 222an didome.

Dewrgirtina çalakiya nobetê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giştî Şehîdên Tevgeran Azadiya Kurdistanê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê çalakvan Salih Şirnexî axivî. Salih Şirnexî di destpêka axaftina xwe de qala armanca çalakiya xwe kir û wiha got: “Armanca çalakiya fîzîkî azad kirina Rêber Apo ye. Bi taybetî ji pêvajoya hatî destpêkirin, ji bo me gelê Kurd pir girînge. Dema me erkê xwe yê li hember pêvajoyê pêkanîn emê wê demê jî bikaribin Rêbertiya xwe azad bikin. Tişta niha ji me tê xwestin pêşxistin komîn û komîngehên xwe ye. Em cardin dibêjin heta me azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêknînîn emê dest ji çalakiya xwe na berdin.”

Dewirgirtin di bin dirûşmeyên ‘Bê Serok Apo’ û ‘Bijî Serok Apo’ pêkhat.