KNKê û PJAKê êrîşa Îranê ya li ser Komeleya Zehmetkêşan şermezar kir
PJAKê û KNKê êrîşa rejîma Îranê ya li ser Komeleya Zehmetkêşan bi tundî şermezar kir û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re xwest.

Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî êrîşa rejîma Îranê ya li ser Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşên Kurdistanê-Îran, daxuyaniyek belav kir. PJAKê êrîşa li ser Komeleya Zehmetkêşan bi tundî şermezar kir û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re xwest.
Daxuyaniya PJAKê wiha ye:
“Di êrîşa moşekî ya hovane ya vê sibehê ji aliyê dewleta Îranê ve li ser kampên Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li nêzî Zirgiwêze hatî pêkanîn, bû sedema şehîdbûna 9 pêşmergeyên Komeleyê. Em wek Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê vê êrîşa terorîstî bi tundî şermezar dikin û sersaxiyê ji malbatên serbilind ên wan 9 şehîdan û hemû gelê Kurdistanê dixwazin.
Ev çalakiya terorîstî ku berdewamiya siyaseta qirkirina gelê Kurd e, nîşaneya tirsa kûr a rejîmê ya li hember vîna azadîxwaziyê ye. Xwîna wan 9 pêşmergeyên ku di vê êrîşa hovane de jiyana xwe feda kirin, careke din girîngiya yekîtiya neteweyî û têkoşîna hevpar a li dijî siyasetên dîktatorî û terorîstî yên rejîma Komara Îslamî nîşan dide.
Li gel hevxemiya me ya kûr ji bo vê karesatê, em radigihînin ku rêya azadiya Kurdistanê bi xwîna şehîdan geştir dibe û xebata rewa ya gelê me heta serkeftina teqez dê berdewam bike.”
KNKê jî êriş şermezar kir
Konseya Rêveber a KNKê êrişa li ser navenda Komeleya Zehmetkêşan a li Silêmaniyê şermezar kir û sersaxî da gelê Kurd. Komîsyona Rêveber a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî êrişa li ser Komeleya Zehmetkêşan Kurdistanê ku 9 pêşmergeyên wan şehîd bû daxuyaniyek da.
KNKê êriş û gefa rejîma Komarî ya Îslamî ya Îranê şermezar kir û got: “Em sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên şehîdan, heval û Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistan-Îranê dikin. Şifaya xêrê ji bo birîndaran dixwazîn.
Di dewamê de KNKê ev got: “Ev êriş careke din piştrast dike ku Komara Îslamî ya Îranê hê jî dixwaze bi sîstema bikaranîna hêz û tundiyê ya dijî siyaseta Kurdistanê û herêmê êrişên xwe dewam bike. Ev êriş dijî mafê mirovan, yasaya navneteweyî û pîvanên parastina jiyana xelkê sivîle. Ev yek nabin rêyên çareseriya pirsgirêkan.”
Di dewama daxuyaniya KNKê de ev hate gotin ji destpêka şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de di seîr de Herêma Kurdistanê û hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi vekirî û eşkere diyarkiribû nku nabin beşek ji v î şerî û aloziyên li herêmê. Tevî vê jî bûne hedefa êrişên Pasdarên Îranê û ev hate gotin: “Em KNK bang li hemû hêz û aliyên Kurdisanî dikin ku di vê qonaxa hestyar de bi yekrêzî û yek helwestî, helwesta netewî li hemberî siyaseta şerxwaz, tundiyê, pîlanên dijmin û dagirkeriyê bisekinin. Rê nedin ku ev cûre êriş bibin sedema zêdebûna alozî, parçebûn di navbera aliyên gelê Kurdistanê de.
Careke din sersaxî û hevxemiya xwe li malbatên şehîdan didin û şifaya xêrê ji birîndaran re dixwazîn.”


