Kesên çekdar êrîşî malbatên Serêkaniyê kirin

Komeke kesên bi çek, êrîşî malbatên Serêkaniyê yên vedigeriyan malên xwe kirin.

•
1 deqe xwendin
Kesên çekdar êrîşî malbatên Serêkaniyê kirin

Piştî rêzehevdîtinên navbera Komîteya Penaberan a Serêkaniyê, Waliyê Hesekê û rayedarên hikûmeta demkî ji bo kesên bi zorê koçber bûne bi ewle vegerin malên xwe, koma yekem a ji nêzîkî 412 malbatan pêk dihat vegeriya malên xwe yên li Serêkaniyê.

Dema malbat gihîştin malên xwe komek kesên bi çek êrîşî malbatan kirin. Li gorî dîmenên ji Serêkaniyê, komeke çekdar ku malên niştecihên resen desteser kiribûn êrîşî hin malbatên ku vedigeriyan kirin û wesayîtên wan wêran kirin. Komîteya Penaberan a Serêkaniyê bang li gelê Hesekê û Qamişlo kir ku ji bo piştgiriyê bidin gelê Serêkaniyê û êrîşan şermezar bikin daketin kolanan. Komîteyê banga parastina gelê Serêkaniyê, hesab pirsîna ji êrîşkaran û malbatên bi zorê koçber bûne bi ewle vegerin malên xwe kir.