Kesê ku Tuncay Sonel rexne kiriye bi îşkenceyê hatiye binçavkirin!
Di dosya Gulistan Doku de, JINNEWSê xwe gîhand belgeyên der barê dosya gumanbarê sereke waliyê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel, di belgeyan de tê dîtin ku hemû derfetên dewletê hatine bikaranîn.

Li Dêrsimê xwendekara zanîngehê Gulistan Doku di 5ê çileya 2020an de hat windakirin. Der barê dosya Gulistan Doku de duh pêla duyemîn a operasyonê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê û Erziromê ve hat kirin. Nav de doktor, xebatkarên nexweşxaneyê û cerdevan jî hene 15 kes hatin binçavkirin.
Bi binçavkirinan re agahiyên nû jî dertê holê. Di belgeyên di dosyayê de ku me xwe gîhandiyê tê dîtin ku gumanbarê sereke waliyê demî yê Dêrsimê Tuncay Sonel di rexneyeke biçûk de jî mirov hedef girtine.
Di dosya Tuncay Sonel de, tê dîtin ku hesabekî ku der barê wî de li ser Whatsappê rexne kiriye, şandiye ji Gokhan Ertok re. Tê gotin ku Tuncay Sonel ji Gokhan Ertok re dibêje ‘tişta hewce bikin’. Gokhan Ertok jî diyar dike ku agahiyên navnîşan û IP ya hesab tespît kirine çûne mala wî dest danîne ser materyalên wî.
Her wiha Gokhan Ertok di peyamên din de jî dibêje ‘Me ew kes girtiye derxistiye dozgeriyê. Me telefona wî kopî kiriye. Em dişopînin. Me du cihaz li mala wî bicih kirine em ê bişopînin.”
Tuncay Sonel jî ji wî re dibêje ‘Spas dikim.’
Her wiha qeydên MASAKê jî derdixe holê ku piştî vê bûyerê Tuncay Sonel bihevkariya parêzgerê xwe polîs Şukru Eroglu 20 hezar TL şandiye ji Gokhan Ertok re.


