Kesê ku êrişî karkerên kurd kir hat girtin

Kesê bi navê M.A., ku li Duzceyê êrişî karkerên kurd ên demsalî kiribû, hate girtin.

•
1 deqe xwendin
Kesê ku êrişî karkerên kurd kir hat girtin

Welatiyên kurd ji bo karê demsalî ji Merdînê çûbûn navçeya Gumuşova ya Duzceyê. Komek nijadperest êrişî karkeran kir û kesekî ku di destê wî de kêr hebû gefa kuştinê li karkerên kurd xwar.

Walîtiya Duzceyê der barê bûyerê de daxuyanî da. Walîtiyê diyar kir ku kesê ku bi navê M.A., ku di destê wî de kêr hebû hatiye girtin.