KCÊ-E: Divê statuya Şengalê were mîsogerkirin
Koordînasyona Civaka Êzidiyan a Ewropayê (KCÊ-E) bi wesîleya salvegera qirkirina êzidiyan a 3yê Tebaxa 2014an, daxuyanî da û bang li her kesê kir ku tevlî çalakiyên ji bo bîranîna qurbaniyên qirkirinê, bibin.

Daxuyaniya KCÊ-Eyê bi vî rengî ye: “Beriya her tiştî, em li ser navê hemû sazî û pêkhateyên Civaka Êzidî yên li Ewropa, qirkirina ku 3yê Tebaxa 2014an li Şengalê pêk hatî, bi tundî şermezar dikin.
Her wiha, di 12emîn salvegera Fermana Şengalê de, em hemû cangoriyên fermana 3yê Tebaxê, yên Êzidxanê û Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin. Li ser fermana Şengalê re 12 sal derbas bûn û hê jî Şengal birîndar e û birînên wê nehatine dermankirin. Bi hezaran mirovên bê guneh, çarenûsa wan hê jî ne diyar e.
Di warê navneteweyî de, ji ber berjewendiyên navdewletî, bêhelwestî û bêdengiyek heye. Armanca hêzên desthilatdar ew e ku hêviyên bi hezara kesên li welatê xwe bûne penaber bişkînin û di nava yên vegeriyane Şengalê de jî bêbaweriyê û bêçaretiyê pêş bixin. Lê tevî hemû astengiyan jî, civaka me ya li kampên başûr dimine, vedigere ser xaka pîroz Şengalê.
Di encama têkoşîna 12 salan de, tevî siyaseta qirkirinê û koçberiyê jî bersiva civaka me ew e ku bi pêşengtiya jinên êzidî û ciwanan pergala jiyaneke nû û bi rûmet li ser bingehê paradîgmaya Rêber Apo ya Civaka Demokratîk tê afirandin.
Civaka êzidî di warê siyasî, leşkerî, aborî, civakî, rêveberî, xwecihî û hwd de xwe bi rêxistin dike û bi biryardarî ji bo parastina nirxên olî û çandî li hemberî hemû astengiyan li ber xwe dide.
Divê civaka êzidî bikaribe di nava aramiyê de bijî û Şengal jinûve were avakirin. Fermana Şengalê her çiqas ji aliyê gelek dewletan ve weke Jenosid hatibe qebûlkirin jî, lê pêwiste ji aliyê Neteweyên Yekbûyi ve fermî were naskirin û hin gavên ber bi çav bêne avêtin.
Herwiha, di serî de hikûmeta navendî û ya herêmê, eger bixwazin bi civaka êzidî re li hev werin û xwe ji rûreşiya fermana 3yê Tebaxê azad bikin, divê lêborîna xwe ji civaka êzidî bixwazin û jenosida 3yê Tebaxê nas bikin.
Dîsa, divê peymana 9ê Cotmehê were rawestandin û vîna êzidiyên li Şengalê esas bê girtin û ev peyman jinûve were serastkirin. Divê statuya Şengalê were naskirin û ji bo avakirina Ṣengalê erkên xwe bînin cih.
Statuya Şengalê ji bo civaka êzidî mijara hebûn û tunebûnê ye.
Weke din, ji bo darizandina çeteyên DAIŞê divê dadgeheke navneteweyî were avakirin û li ser esasê ji ber kiryarên li dijî mirovahiyê, bêne dadgehkirin.
Her wiha, Tevgera Azadiya Jinên Ezidî (TAJÊ), Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî-Almanya (SMJÊ), Yekîtiya Jinên Êzidî-Sûriye (YJÊS), Jinên Êzidî yên li Rûsya, Jinên Êzidî yên li Ermenistan bi daxuyaniyeke hevbeş ji bo edalet û azadiyê-tu jî bibe dengê dîlgirtiyên fermanê pêngavek da destpêkirin. Ev pêngav ji 17ê tîrmehê ve hatiye destpêkirin û heta Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê 25ê Mijdarê wê berdewam bike. Divê di serî de civaka me û dostên gelê me piştgirî bidin vê pengavê û bi rengekî xurt tevli bibin.
Dîsa, ji her kesî bêhtir divê jinên êzidî, ciwan, rewṣenbîr, hunermend û hemû beṣên civakê, li kuderê dibe bila bibe divê ji bo parastin û xweseriya Ṣengalê bixebite û xwedî lê derkeve.
Dîsa, divê civaka êzidî û saziyên wê, li Şengalê, li Êzidxanê û li derveyî welat, banga Rêber Apo ya ji bo Ronesansa Civaka Êzidiyan esas bigirin û ji bo guhertinê bikevin hewldanê.
Em jî weke sazî û pêkhateyên civaka êzidî ya li qada Ewropa, divê hemû derfetê xwe ji bo naskirin, parastin û avakirina Êzidxanê bi kar bînin.
Her wiha, em bang li civaka êzidî, saziyên wê, gelê kurd û dostên civaka me dikin ku ji bo salvegera fermana 3yê Tebaxê li gelek navendên Ewropa û bi taybetî jî li Almanyayê çalakî û civînên gel têne lidarxistin, divê bi hemû hêza xwe tevli bibin.”


