Karkerên madenê li ber wezaretê dest bi çalakiya 24 seatan kirin
Karkerên madenê yên ku ji bo wergirtina destheqên xwe yên ji Holdînga SSS a Yildizê hatine Enqereyê, di roja 8an a çalakiya xwe de tevî astengiyên polîsan li ber Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî kom bûn. Karkeran piştî daxuyaniyê ragihand ku çalakiya wan a rûniştinê dê êdî 24 seatan berdewam bike.

Karkerên madenê yên giredayê Sendîkaya Madenê ya Xweser ku li Holdînga SSS a Yildizê yê Doruk Madenê û Etî Gumuş Madenê ya Xerpêtê dixebitin ji bo destheqê xwe bigirin, li Enqereyê ne. Karkerên ku xwestin bi Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî re hevdîtin, bikin li Enqereyê dest bi çalakiyê kirin. Çalakiyê karkeran di roja 8an de li ber Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî didome. Karkerên madenê bi daxwaza hevdîtinê bi wezaretê re bikin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Karkerên li ber îstasyona Mîllî Kutuphaneyê hatinê astengkirin li vir rûniştin û bertek nişanî astengkirinê dan. Pîştî muzakereyan karker kom bi kom ber bi wezaretê ve hatin.
‘Em ji bo heqê xwe hatin’
Karker li ber Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî kom bûn û bi yek dengî dirûşmeyên “Lexê lexê bihejîne bila wezaret bibihîzê”, “Em ji bo heqê xwe hatin”, “Alparslan Bayrak derkevê derve” û “Serkeftin a karkerên li ber xwe didin e” berz kirin. Her wiha karkeran baretên xwe jî li erdê xistin û bertekên xwe nîşan dan. Karkeran piştre jî li vir daxuyanî dan.
Berteka li hemberî wezaret û sozên betal
Gelek karker li cihê çalakiyê bi dorê axivîn û bertekên xwe anîn ziman. Karker bi bîr xistin ku beriya niha 3 wezaretan ji bo çareseriya dayîna heqdestê wan soz daye wan lê heya niha soza xwe pêk neanîne. Karkeran bertek nîşanî Walitiya Enqereyê yê çalakiya wan qedexe kiriye dan û banga piştevaniyê li her kesê kirin. Karker bi bîr xistin ku partiyên siyasî yên wan dengê de xwe dane jî wan piştgiriyê nadin wan.
Yek Jî karekerên di çalakiyê de destnîşan kir ku hevjîna wî ducanî ye, ji ber çalakiyê û negirtina destheqê xwe ew bi xwe nikare li cem hevala xwe be û bertek nîşanî desthilat û wezaretan da û xwest piştgiriya şîrketên heqdestê wan nadin neyê kirin.
Piştî axaftinên karkeran ji bo selvegera erheja Golcukê ya sala 1999an pêk hatibû deqeyeke rêzgirtinê hat lidarxistin.
Çalakî dê êdî 24 seatan bidome
Serokê Sendîqaya Madenê ya Xweser Gokay Çakir derbarê rewşa çalakiya karkeran de daxuyand ku çalakî êdî dê 24 seatan berdewam bike û wiha got: “Holdîng bi Sendîkaya Tirkiyeyê Maden û Kar re li hev hatiye. Em wan muxatap negirin. Ew karkeran mexdur dikin. Em ê bi desteyeke karkeran ve carekê din daxwaza bi wezaretê re hevdîtine bikin. Me hata niha 5 caran daxwaza hevdîtine kir. Lê wezaretê em qebûl nekirin. Çalakiya me dê êdî 24 seatan bidome. Em li vir in. Em ê têkoşina xwe bidomînin.”
Çalakiya karkeran a li ber wezaretê bi çalakiya rûniştinê didome.


