Karkerên kurd li Zongûldakê rastî êrîşê hatin
Karkerên kurd ku ji Şirnexê ji bo karê bindeqan çûn Zongûldakê rastî êrişa nijadperestan hatin. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal diyar kir ku nêzî 70 karker rastî êrîşan hatine.

Welatiyên ku ji navçeya Silopiya Şirnexê ji bo karê bindeqê çûn gundê Bektaşliyê ya navçeya Alapliya Zonguldakê, rastî êrişên nijadperestan hatin.
Parlamentera Şirnexê yê DEM Partiyê Newroz Uysal têkildarî êrişên li ser karkerên kurd li ser hesabê xwe ya Xyê daxuyanî da. Newroz Uysal diyar kir ku agahiyên derbarê êrîşa duh ku li ser karkeran hat kirin gihiştiye wan û got: “Piştî me êriş bihîst bi karkeran re têkilî danî, bi waliyê Zonguldakê û qeymeqamê Alapliyê re civîn hatin kirin. Di civînan de hate ragihandin ku cenderme êrîşê rawestandiye û ewlehiya karkeran hatiye dabînkirin. Lê karker saetên êvarê dema ji erd vedigeriyan careke din rastî êrîşê hatine. Lê di dîmen de jî aşkerexuya dike ku tevî ku cenderme li cihê bûyerê amade bû jî, nekariye êrişê asteng bike. Piştî wê bi bi qeymeqamê Alapliyê re careke din têkilî hate danîn û hate xwestin ku ewlehiya canê zêdetirî 70 karker û malbatên wan yekser û bi awayekî bandor hat dabînkirin.”
Qeymeqamê Alapliyê ji bo malbatan bibe cihê bi ewle dixebite û Serdozgeriya Komarê ya Alapliyê jî derbarê bûyer de lêpirsîn da destpêkirin.


