Karasû: Pêwîstî bi gavên cidî û qanûnên azadiyê heye
Mûstafa Karasû ji bo pêşveçûna pêvajoyê xwest statuya Abdullah Ocalan bê misogerkirin û got: “Her roj her kes bi navê Rêbertiyê tiştekî dibêje. Divê Rêbertî karibe rasterast ji gelê Tirkiyeyê, hêzên siyasî, çapemenî û cîhanê re biaxive; pêwîst e Meclîs bikeve nava liv û tevgerê û qanûnên azadiyê derxe.”

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû beşdarî bernameyeke taybet a Medya Haberê bû û pêşveçûnên dawî yên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn nirxand. Karasû di nirxandina xwe de bal kişand ser komploya navneteweyî, xetimandina pêvajoya siyasî, helwesta desthilatdarî û muxalefetê û naveroka rast a "entegrasyona demokratîk".
"Armanca komployê têk çû, lê xeterî neqediyane"
Karasû da zanîn ku komploya navneteweyî bi pêşengiya DYA û Îsraîlê li dijî sîstema nû ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwest ava bike pêk hat û wiha axivî:
“Armanca bingehîn ew bû ku bi dîlgirtina Rêbertî re tevgera me tasfiye bikin û gel ji Rêbertî qut bikin. Gelê me û tevgera me xwedî li Rêberê xwe derket û armancên sereke yên komployê hatin pûçkirin. Lê belê heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk neyê, komplo bi temamî pûç nabe. Têkoşîna îro divê yekser ji bo azadiya wî be.”
"Gav yekalî man, Meclîs bêdeng e"
Karasû destnîşan kir ku piştî qanûna 10ê Tebaxê du meh derbas bûn lê dewletê ti gaveke pratîkî neavêtiye:
“Me ragihand ku me dawî li têkoşîna çekdarî anî û me hemû pêwîstiyên vê bi cih anîn. Êdî kes li Tirkiyeyê nikare bibêje tevgera me gef e. Lê belê gav timî yekalî man. Raporên meclîsê û qanûn li ser kaxizê man. Hîn jî girtin dewam dikin, qeyûm hene û hewl tê dayin ku muxalefet bê tepisandin. Pirsgirêka Kurd ne tenê ya partiyekê ye; muxalefet jî divê berpirsyariyê bigire ser xwe û ji bo qanûnên demokratîkbûnê têbikoşe.”
"Divê statu û mercên xebatê yên Rêber Apo bên guhertin"
Karasû diyar kir ku bêyî tevlêbûna çalak û misogerkirina statuya Abdullah Ocalan ev pirsgirêk çareser nabe:
“Hûn dibêjin rêberê rêxistinê ye, lê derfet jê re nayê dayin. Rêber Apo berê digot: ‘Hawûzekî vala heye, ji min re dibêjin tê de avjeniyê bike.’ Her roj her kes bi navê Rêbertiyê tiştekî dibêje. Divê Rêbertî karibe ji gelê Tirkiyeyê, hêzên siyasî, çapemenî û tevahiya cîhanê re biaxive. Desteya Aştî û Siyasîbûnê çima naxebite? Weke muzakerevanê sereke divê mercên wî yên karkirinê bi lez bên guhertin û ev pêvajo bi awayekî şefaf li ber çavê raya giştî bimeşe.”
"Entegrasyona demokratîk nayê wateya teslîmiyetê"
Li ser nîqaşên têkildarî "entegrasyona demokratîk" jî Karasû hişyariyên girîng da:
“Entegrasyona demokratîk yekbûna li ser bingeha naskirina mafên Kurdan û garantiya demokrasiya xwecihî ye. Ev nayê wateya qebûlkirina polîtîkayên kevin an jî tenê çûyîna çend kesan a nava saziyên dewletê. Ev lihevkirineke bi tevahiya civakê re ye; ji bo Elewî, jin, kedkar û tevahiya bindestan e. Wekî mînak li Rojava nêzîkatiya '3 saetên zimanê dayikê' bi tu awayî nayê qebûlkirin. Mafê perwerdeya ziman û çandê nayê nîqaşkirin û gelê me wê li ser vî esasî tawîzê nede.”
‘Li Başûr pêdivî bi Hikûmeta Yekîtiya Demokratîk heye’
Karasû nîqaşên li ser vekişîna Amerîkayê ya ji Başûrê Kurdistanê jî nirxand û destnîşan kir ku şer êdî teknîkî bûye û fikarên heyî bi feraseta navendîparêz a desthilatdariya Başûr re girêdayî ne:
"Feraseta netewe-dewletê ya sedsalên borî Başûr xurt nake, lawaz dike. Çareserî ew e ku Başûr xwe bispêre demokrasiya xwecihî û Hikûmeta Yekîtiya Demokratîk ava bike. Eger yekîtî hebe, ti hêz nikare destwerdanê lê bike."
‘Polîtîkaya îdamê ya Îranê nîşaneya bêçaretiyê ye’
Di dawiya axaftina xwe de Karasû darvekirinên li Îranê bi tundî şermezar kir û anî ziman ku rejîm bi rêbaza tirsandin û darvekirinê temenê xwe dirêj nake, lê berevajî vê yekê zûtir kêm dike. Karasû bang li hemû gelên Kurdistanê û hêzên navneteweyî yên demokrasiyê kir ku piştgiriyê bidin kampanyayên li dijî cezayê îdamê.


