Karasû: Em hêvî dikin ku rû bi rû hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû der barê hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd re got: “Divê di navbera me û Rêbertî de lihevkirinek hebe. Ji bo ku em Rêbertiyê çêtir fêm bikin, ne tenê agahiyên ku hin şande ji hevdîtinan tînin an jî zanyariyên ku bi navbeynkaran tên û diçin bes in. Ji dûr ve bi rêya teknîkê tiştekî wisa çêbû. Lê em êdî di pêvajoya li pêşiya me de hêvî dikin ku bi Rêber Apo re hevdîtinên rasterast û rûbirû çêbibin."

•
1 deqe xwendin
Karasû: Em hêvî dikin ku rû bi rû hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû di bernameyeke taybet a Medya haber TV de bersiv da pirsên rojnameger Erdal Er. Di roportajê de der barê geşedanên di rojevê de, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û rol û rista Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li ser pêvajoyê û ihtîmalên vegera gerîla nirxandinên girîng hatin kirin.

Gelek otorîte qebûl dikin ku hûn hîmekî girîng ê mîmariya ewlekariya herêmî ne. Hem çiyayên Kurdistanê, yanî gerîla, hem Ewropa, her wiha Mexmûr, Şengal jî di nava heman çarçoveyê de tê axaftin û nirxandin. Têkildarî Ewropayê eger li ser vegerê lihevkirinek bibe, gavên pratîkî bêne avêtin, Ewropa, Mexmûr û deverên weke wan di rojeva we de ye? Yan jî ev ê piştre bibe?

Ev niha tê nîqaşkirin, li Îmraliyê dem bi dem li ser van ijaran axaftin tê kirin. Belê, Mexmûr jî pirsgirêkeke cidî ye. Ji ber vî şerî xaka xwe terikandin û hatin. Gundên wan ên weke bihuştê hene. Bi rastî jî cihê ku lê dimînin, çola ku lê dimînin jî kirine weke bihuştê, lê cihê wan ê esasî bihuşt e. Lê belê rewş niha çi ye? Gelek gund niha ji aliyê cerdevanan ve hatine dagirkirin. Dest danîne ser. Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Wekî din, van hemûyan bi Kurdî perwerde dîtine. Hemû bi kurdî dixwînin, bi Kurdî difikirin. Perwerdeya bi zimanê dayikê bi vî rengî kirin. Ev pirsgirêk wê çawa bê çareserkirin?

Ev mijar hemû divê bêne nîqaşkirin û çareserkirin. Bêguman mexmûrî, eger wê çareseriyeke demokratîk bibe, cihê ku biçin wê derê azad bin, zextê nebînin, karibin bi nasname û çanda xwe bijîn, bêguman wê bixwazin biçin wan gundên xwe yên weke bihuştê. Mafê wan e û ya rast jî ew e. Eger pêvajo bi pêş ve biçe, demokratîkbûn pêk were, zexta li ser ziman, nasname û çanda kurdan ji holê rabe, Tirkiyeyeke welê ava bibe ku zext lê nîne, bêguman çûyîna mexmûriyan jî dikare bibe. Bêguman yekser nabe. Pêşketinek bibe hingî dikare bê nîqaşkirin.

Wê demê pêvajo wê ji gerîla destpê bike?

Weke ku wê welê destpê bike. Ji ber ku pirsgirêk bi esasî di wê çarçoveyê de tê nîqaşkirin wê ji wir destpê bike.

Ji ber ku em çûn Mexmûrê, mexmûriyan gotin, belê nêrîna me heye. Ji bo vegerê şertên me hene. Beriya her tiştî divê sedem ji holê bêne rakirin, lê belê em şertên xwe tînin ziman. Ji ber ku bi navê me Rêberê me muzakereyê dike. Dema ku Rêberê me got werin, em ê biçin. Ev yek bi rengekî aşkere gotin.

Rast e. Gerîla jî dibêje dema ku Rêbertî bang kir wê biçe. Wê biçin li wir xwe bi rêxistin bikin. Siyaseta demokratîk bikin. Bêguman Mexmûr jî encameke vî şerî ye. Madem encama vî şerî ye, wê demê divê ew sedem ji holê rabin. Divê atmosfera berê biguhere. Naxwe wê çima biçe.

Ji bo Ewropayê hûn dikarin bi kurtasî tiştekî bibêjin? Li Ewropayê rewş çi ye?

Li Ewrropayê jî gelek tişt hene. Gelek mirov ji ber van zextan derketin derve. Şaredar hene, siyasetmedar hene. Ji ber ku siyaseta bi navê kurdîtiyê weke sûc hat dîtin. Lewma kurd çûn Ewropayê, siyasetmedar çûn Ewropayê. Bêguman ev dixwazin vegerin. Belê, dibe ku her kes venegere. Lê belê beşeke girîng dixwaze ji Ewropayê vegere Tirkiyeyê. Bi taybetî yên weke karker neçûne, weke siyasî çûne, weke penaber çûne, beşeke girîng wê vegere. Belê, eger têkoşîna siyasî demokratîk wê bê meşandin, divê ew çi bikin? Divê bên û tevkariyê bikin. Bi tecrûbeyên xwe, bi danheviyên xwe tevli nava têkoşîna siyasî bibin. Beşdarî nava rêxistinbûnê bibin.

Bi danheviya xwe tevkariyê li avakirina civaka demokratîk û demokratîkbûna li Kurdistanê bikin. Belê, eger pêvajo di astekê de bi pêş ve biçe. Hin xitimîn heye, kategorîkirin, dervehiştina rêveberan; yanî hin mijar hinekî din zelal bibe, bigihêje asta ku dikare bi cih bê anîn dikare pêk were. Belê qanûn derket, lê belê pratîkbûna vê qanûnê girîng e. Rê û rêbazên pratîkbûnê girîng e. Nikare bê gotin, vayê qanûn derket. Ev pirsgirêkeke mezin e. Ya li Eworpayê pirsgirêkeke mezin e. Ev der pirsgirêk e.

Eger ji hevdû qut nebe, wê demê hem bandoreke mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. Weke tevger bandoreke we ya mezin li Ewropa heye. Kurdan, Tevgera Azadiyê ya kurd jî li dîasporayê hêzeke rêxistinkirî ya mezin heye. Ev pir jî bal dikêşe di rastiyê de. Lewma li wir tecrûbeyeke girîng jî heye, li welatên Ewropayê vê peyamê dide: Dema Rêbertiya me Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got werin, em ê biçin. Ji derveyê vê nabe. Ev qasê belav bûye, girêdayî hev e lê di rastiyê de di nava hiyerarşiyê de dema em difikirin bi rengê ku yek nekeve pêşiya ya din hûn ê çawa bi rêve bibin pirsgirêkek ewqas mezin, pêvajoya derbasbûnê?

Ev pêvajoya derbasbûnê girîng e. Ji Ewropayê çûyîn, ji vir çûyîn, ji Mexmûrê çûyîn. Yanî eger ev çûyîn çêbû, helbet li wir divê gelek tişt bên plankirin, rêxistinkirin û pêşxistin. Ev vekirî ye; eger li Tirkiyeyê demokratîkbûn pêş bikeve û kurd bi nasnameya xwe bi rengekî azad siyaset bikin, xwe rêxistin bikin wê demê divê hemû kesên li Ewropayê xwedî tecrûbe werin û tevkariyê li vê avakirina ji nû ve ya li Kurdistanê, avakirina demokratîkbûnê û civaka demokratîk bikin. Bi rastî jî li Kurdistanê ewqasê texrîbata giran çêbû, zext û zilm çêbû. Em bêjin ne tenê rêxistinbûna gelê kurd, di qada aborî, civakî, çandî û gelek qadan de zextên giran çêbûn.

Eger pêvajoya demokratîkbûnê pêş bikeve, eger Tirkiye li ser esasê demokratîkbûnê gav bavêje helbet ku her kurdê bi zane dema vegere Kurdistanê wê bixwaze çi bike? Wê bixwaze tevkariya xwe bike. Lê ev heye yanî. Bi rastî jî dema veger çêbûn, ev pêvajoya derbasbûnê bi rastî jî ne pêvajoyeke hêsan e. Nêzîkatiya hema wisa hatin û pisgirêk çareser bû, nabe. Divê plansaziyeke pir girîng hebe. Divê hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê amade bin. Divê hêzên demokrasiyê yên kurd amade bin. Divê civak amade be. Divê ev geşedan bi rengekî rêxistinkirî çêbin û veguhere sîstemekê. Li Kurdistanê, li Tirkiyeyê. Ji vî alî ve bi rastî jî pêvajoya derbasbûnê, pêvajoyeke zehmet e. Wisa weke niha em li ser maseyê diaxivin nîne. Wê gelek pirsgirêkên wê derkevin holê, me tecrûbeyeke mezin heye, gelê me jî bi tecrûbe ye, em jî bi tecrûbe ne. Di ronahiya van tecrûbeyên xwe de em bawer dikin ku em ê bikarin.

Rewşek wisa heye. Bi bang û îşareteke we, dîsa bi îşareteke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî hemû zextan 7-8 milyon kes deng didin partiyeke siyasî. Hêzeke we ya wisa heye. Eger mirov hesab bike ev hêzeke zêdeyî 20 milyonê ye, ev girse tenê li Bakur heye. Li parçeyên din jî rêxistinbûnên we yên heman hene. Li Ewropayê jî heye. Hûn xwedî hêzeke gel a ewqasî mezin in û têkildarî pêvajoyê bendewariyên gel jî ji we hene. Gelo têkildarî pêvajoya çareseriyê hûn zextekê li ser xwe hîs dikin? Fikar û tirsên wan hene. Têkildarî vê yekê hûn dixwazin çi bêjin?

Helbet tiştek wisa heye; me berpirsyariya gelekî girtiye ser xwe. Weke Helbet me bi pêşengiya Rêber Apo girtiye. Barekî mezin e yanî. Me berpirsyariya gelekî ku nasname û çanda wê tune hatiye hesabkirin, hatiye asîmîlekirin, rastî qirkirinê hatiye girtiye ser xwe. Lewma gel têkildarî pêvajoyê hesas e. Bi rengê ku wê encama vê têkoşîna mezin çibe, hesasiyet hene. Em vê dibînin. Lê ev heye yanî, ne têkoşîna salekê, ne ya du salan, ne ya deh salan, ne ya bîst salan, ne ya sih salan e, têkoşîneke pêncî salan e. Di nava vê 50 salan de çend nifş mezin bûn di nava vê têkoşînê de? Çanda vê têkoşînê wergirt.

Dema em têkoşîna xwe ya 50 salan dinirxînin hinek nifş di nav de ne, di nava têkoşîneke wiha de ne, em bêjin çanda wê girtiye, temenê wê bi vê derbas bûye. Rastiyeke gel a wiha heye. Divê ev were dîtin. Yanî gelê me jî di nava 50 salan de pir bi zane bû. Helbet em hêza rêxistinkirî ne, wê bendewariya gelê me ji me çêbibe. Em bêyî gel nikarin tiştekî bikin. Em çi bikin, em ê bi vî gelî re bikin. Em ê bi desteka gel bikin. Em ê bi vê hêza rêxistinkirî bikin. Jixwe bi 10 hezar yan 20 hezar kesan re em nikarin van karan bi serê xwe bi rêve bibin. Ji vî alî ve em ji vê hêza gel bawer dikin. Em ji nirxên 50 salan bawer dikin. Helbet bendewariyên gel hene. Ji vî alî ve em vê hîs dikin.

Di vê navberê de em pirsê sererast bikin. Bêbawerbûn ne li hemberî we, li hemberî desthilatdariyê.

Ew teqez e. Di wê mijarê de na, yanî barê me giran e. Em di ferqa vê barê de ne. Em dizanin ka em çi kar dikin. Ji vî alî ve bendewariyên gelê me hene ku em ê vî barê mezin çawa bi rêve bibin, çawa bibin encamê. Wê li bendê be ku ev pêvajo bi serketî were meşandin. Têkildarî vê yekê gel bawer dike. Ji Rêber Apo bawer dike. Ji Tevgera me bawer dike. Bi rastî jî ez dikarim vê bêjim. Di cîhanê de, di dîrokê de cara ewilî ye ku gelek ewqasê ji rêberekî û tevgerekî wisa bawer dike. Ev baweriyeke kûr e. Ne alîgirtiya partiyeke siyasî ye. Ne dengdayîna partiyeke siyasî ye. Em bûn yek. Gel digot ya, ‘PKK gel e, gel li vir e’. Bi gel re têkiliyeke me ya wiha heye.

Ma sektoreke dijberê PKK’ê û kurdan çêbûye? Dema li kesên ku van dijberiyan dikin dinêrin, weke we got, em mirovên bêberpirsyar dibînin. Em dibînin ku mirovên berdêl nedane, lê diyare li vir armanceke cuda heye. Li Tirkiyeyê şerê 40-50 salan veguherî sektorekê, me pêvajoyeke welê jî jiyan kir ku meseleya kurd partiyên siyasî anî ser desthilatariyê û ji desthilatdariyê jî xist. Dema di vî alî de tê fikirîn, gelo nirxandina we çiye? Çima ewqasê hêsan dibe?

Niha em li Tirkiyeyê fêm dikin, li Tirkiyeyê dijberiyeke kurd heye. Dijberiya kurd heye û ev pêvajo wê li ser esasê mafên demokratîk ên kurdan pêşketin raber bike. Lewma dijberiya dijberên kurd a li hemberî vê pêvajoyê tê fêmkirin. Li Tirkiyeyê her tim rewşeke wisa heye. Niha li taxa kurdan diyare ku kes û kom jî hene. Çawa? Hin kes hene, em dizanin. Di 70yan de siyasetmedarê kurd bû. Xwe weke siyasetmedarê kurd didît, nizanim bi vê rêxistinê re, bi wê rêxistinê re têkildar bû. Lê 12ê Îlonê hat, faşîzm hat, nekarîn li ber xwe bidin. Dema nekarîn li ber xwe bidin, qediyan yanî. PKK jî bi berxwedan û bi têkoşînê hem li bakurê Kurdistanê, hem jî li Tirkiyeyê pêş ket. Li hemû parçeyên Kurdistanê pêş ket. Têkoşîneke wiha meşand.

Ji vî alî ve di hinekan de bi rastî jî kompleks heye. Hewl didin xwe heq derbixin. Beriya 50 salan jî dijberiya PKKê kirin, ya Apo kirin. Ji bo dijberên PKKê, dijberên Apo mafdar derbikevin dixwazin Apo û PKK têk biçin. Dixwazin kurd jî têk biçin da ku ew mafdar derkevin. Tiştên wiha hene. Ji bo tiştên li Tirkiyeyê ez zêde nabêjim dijberî. Lê ez dikarim vê diyar bikim. Di rojên dawî de tê nîqaşkirin, li Tirkiyeyê hêzên demokrasiyê hene, hêzên çep hene. Têkildarî vê yekê heval Abbas jî rojên borî diyar kir, divê di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hîn aktîftir bibin. Tenê rexnekirin, rast nîne.

Eger şoreşger bin, sosyalîst bin û demokrat bin, pirsgirêkek wiha heye. Em dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin. Rêber Apo rêberê gelê kurd e. Gelo hûn vê qebûl dikin? Qebûl nakin? Eger were gotin, ‘em PKKê jî qebûl nakin, Apo jî qebûl nakin, ew kurdan temsîl nakin’, ev çepgiriya rast nîne, demokratbûna rast nîne. Ev encex fikra hin şovenistên ku kurdan înkar dikin, yanî fikra dijberên kurdan e. Em bawer dikin ku sosyalîst û demokrat jî demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwazin. Di vî alî de em li bendê ne ku hîn aktîftir cih bigirin.

Du noqteyên din ên girîng hene. Ya yekem, deste civiya, komîsyon hatin avakirin, pir jî hat rojevê, hat nîqaşkirin û wê hatiba nîqaşkirin. Dema me li nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meyze dikir, wî jî pir girîngî dida vê desteyê. Wê ji komîsyonekê re jî koordînatoriyê bike. Berê Devlet Bahçelî jî anîbû rojevê. Navê vê komîsyonê weke Komîsyona Stratejî û Bêçekbûnê hat diyarkirin. Li vir agahiyek di destê we de heye? Rol û wezîfeya Birêz Ocalan a di vir de tam wê çawa be û ev pêvajo destpê kir?

Yek ji 4 desteyên ku 24ê tebaxê hatin avakirin, Desteya Aştî û Siyasîbûnê ye ku berê ji aliyê Bahçelî ve hat diyarkirin. Niha helbet navê wê cuda îfade dikin. Ev di hevdîtina bi rayedarên dewletê re jî de hatin axaftin. Wan jî ev desteya ji aliyê Devlet Bahçelî ve hatî pêşniyarkirin, qebûl kir. Lê belê ev deste neket qanûnê. Ya rast ji bo bikeve qanûnê xwesteka Rêbertî jî çêbû, ya me jî çêbû. Lê belê di qanûnê de navê vê desteyê bi aşkere nehat îfadekirin. Hat gotin ku tenê wê desteyên jêr bên avakirin. Niha desteyek wiha ava bû. Helbet wê Rêber Apo di nava vê deste û komîsyonê de be. Eger Rêber Apo di nava wê desteyê de bandor nebe, ev pêvajo nameşe. Pêvajoya bêçekbûnê û pêvajoyên din jî nameşe.

Ji vî alî ve Rêber Apo divê bi wê desteyê re pêvajoyê bimeşîne. Dîsa Rêber Apo dema vê pêvajoyê dimeşîne, divê bi desteyên din re di nava peywendiyê de be. Ev bi aşkere di qanûnê de nehat nivîsîn, lê ev hat qebûlkirin. Hem Devlet Bahçelî bi aşkere got, hem jî rayedarên dewletê qebûl kir. Ji vî alî ve jixwe hîna deste bi serokatiya Alîkarê Serokkomar kom nebûyî, ev di raya giştî de diyar bû. Ev rast e. Erê, Rêbertî wê di nav de be. Ew ê di wê desteyê de bixebite. Wê çek danîn çawa be, bi kîjan rêbazê pêk were, kengê pêk were, şêwazê wê çawa be, eger vegerin Tirkiyeyê ev wê çawa xwe rêxistin bikin, evane hemû wê ji aliyê desteyê ve ku Rêber Apo jî di nav de ye, bên axaftin û bi desteyên din re di nava diyalogê de be. Jixwe eger ev nebe, pêvajo nameşe. Em vê eşkere bêjin.

Wê demê gelo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi vê xebatê kir yan jî gelo ji ber ku desteyên din hîna dest bi xebatê nekirine pêvajo di bendewariyê de ye?

Ez dikarim vê bêjim. Li gorî nîqaşên berê, li gorî nîqaşên bi rayedarên dewletê re, êdî pratîkbûna vê û xebitîna wê bi pêvajoyê re têkildar e. Eger mijareke ku wê desteyê eleqeder bike were rojevê, ew deste wê bixebite. Mesele em bêjin eger mijara çek danînê ya hin koman were rojevê ku tê payîn were rojevê, wê demê Rêber Apo dê di vê desteyê de bixebite. Lê em dikarin vê bêjin, em wisa dibêjin, divê wisa be. Niha Rêber Apo di nava wê desteyê de ye. Endamê herî aktîf, bi bandor û diyarker ê wê desteyê ye. Divê wisa were nirxandin.

Di encamê de weke fermî pêvajo destpê kiriye. Biryara desteyê hat girtin, 4 komîsyon hatin avakirin, ya mayî meseleya pêvajoyê ye. Baş e, têkildarî vê yekê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikare wezîfeya xwe bimeşîne, di şert û mercên wî yên li Îmraliyê de guhertinek çêbû? Wê çêbe? Têkildarî vê yekê agahiyek di destê we de heye?

Niha hîna guhertin çênebûye. Wê çêbe. Em vê diyar bikin, li wir hin nîqaş çêbûn. Li wir hin biryar hatin dayîn. Şert û mercên xebatê yên Rêber Apo li wir hatin diyarkirin. Hat diyarkirin ku Rêber Apo wê bi kîjan kesan re bixebite. Di vî alî de, di pêvajoyê de wê şert û mercên xebatê yên Rêber Apo çawa be, ew ê bi kîjan rê û rêbazê bixebite, bi kî re bixebite, evane hemû diyar bûn. Lê belê em vê diyar bikin, niha li gorî agahiyên hatine ber destê me nîqaşên li Îmraliyê hatine kirin û biryardayîn hebûn.

Planek heye, biryar hatiye dayîn. Niha li gorî vê planê tevnagerin yan jî hêdî tê meşandin.

Niha em nebêjin li gorî wê tevnagerin, lê belê hîna neketiye pratîkê. Di berê de jî çêbû. Hin nexşerê çêbûn. Piştre pêk nehatin. Evane ne rast in. Eger bi rastî jî cidiyeteke dewletê heye, Rêber Apo jî cidî nêz dibe, eger li wir hin nîqaş hebin, hin biryardayîn çêbibin, wê demê divê evane bikevin pratîkê. Wê demê em ê çi bêjin yanî eger evane nekevin pratîkê, em ê bêjin ev nîqaş vala ne? Em ê bêjin biryarên hatine dayîn, vala ne? Wisa nabe. Wê demê em çima nîqaş dikin, em çima biryar didin? Ji vî alî ve em bawer dikin ku nîqaşên bi Rêber Apo re tên kirin girîng in. Derfetê xebata azad hinekê çêdibe. Wê bi rojnamevan û rewşenbîran re hevdîtinê bike, li wir xebatekê bimeşîne. Divê ekîbeke dewletê hebe. Ew ê pêvajoyeke wisa çawa bi tena serê xwe bimeşîne? Gelo dewlet bi serê xwe dimeşîne?

Ma Devlet Bahçelî û Erdogan bi tenê vê pêvajoyê birêve dibin? Çend meclis û komîsyonên wan hene? Belkî xebatkarên wan hene û bi wan re vê pêvajoyê dimeşînin. Li ba Rêbertî jî çar heval hene. Bi wan re nîqaş dike û diaxive, lê divê hevalên din jî hebin. Biryarên bi vê rengî hebûn. Em hêvî dikin ku ev biryar pêk werin û Rêbertî aktîftir bibe.

Planek heye, tenê tişta girîng dem û pêkanîna wê ye. 

Belê rast e.

Beriya demek hinek not û girtekên hevdîtinan ku tê gotin yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in re hatine kirin, li ser medyaya civakî hatin belavkirin. Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê jî daxuyand ku di van metnan de zêdekirin û derxistin hatine kirin û divê mirov guh nede belgeyên ku xwe nesipêrin çavkaniyeke fermî. Me di pêvajoyên berê yên Oslo û çareseriyê de jî rewşên wiha dîtibûn. Ji ber vê yekê ez dixwazim bipirsim: Ev notên ku di medyaya civakî de hatine belavkirin bi rastî notên hevdîtinê yên di destê we de ne? Heke rast bin çiqasê wan rast e, guherîn li ser wan hatine kirin? Hûn van metnan çawa dinirxînin? 

Mirovên ku dijî vê pêvajoyê ne hene û têkoşînek bi vê rengî jî heye. Pêvajo tenê di navbera me, Rêbertî û rayedarên dewletê de nameşe. Kesên dijber jî hene ku dixwazin pêvajoyê xera bikin û sabote bikin. Ev tiştekî asayî nîne. Di nav dewletê de jî, li derveyî dewletê jî di nav hinek partî û saziyan de ev kes hene. Ev belge û girtek di demeke wisa de hatin belavkirin ku qanûn derketibû û pêvajo derbasî qonaxa duyemîn dibû. Dema belavkirina wan balkêş e. Dîtin ku rêya wê nayê girtin û dê pêş bikeve, loma xwestin sabote bikin. Ev provokasyon e.

Belê, rastî provokasyon e. Dixwazin pêvajoyê xera bikin. Berê jî hinek hevdîtin li derve belav bûn. Hin axaftinên di hevdîtinan de hatine kirin hene, lê ew çend hevok û tiştên cuda tevlîhev dikin û tînin rewşeke din. Ji naveroka wê dûr dixistin. Belê, tiştên di Îmraliyê de hatine axaftin didin, lê li ba wan hevokên xwe yên xirabker zêde dikin da ku provokasyonê bikin. Hinek hevdîtin jî qet nehatine kirin.

Ez ê piştre bêm ser beşa li ser tevgera we. We bal kişand ser dema belavkirinê û we got provokasyon e. Lê dema em li aliyê dewlet û hikûmetê dinêrin, di pêvajoya Osloyê û di pêvajoya çareseriyê ya berê de wisa nîşan didan ku qey ev not ji aliyê we ve hatine belavkirin. Belge ji ku derê derdikevin holê? Agahiyeke di destê we de heye? Hûn ji bo van nirxandinan çi dibêjin? Ev not tenê li ba we hene?

Pêşî divê em vê tiştê bibêjin: li ser van hevdîtinan ewqas spekulasyon û provokasyon kirin û hewldana sabotekirinê, bingeha xwe ji rêbaza tê meşandin digire. Rêbaz qels e. Heke rojnameger û ronakbîr bi Rêbertî re hevdîtinê bikin û nêrînên Rêbertî bi zelalî ji gel re werin gotin, provokasyonên bi vê rengî çênabin. Ji ber ku nêrînên Rêbertî dihatin zanîn û bi rojnameger re dihatin axaftin. Gel bi xwe tişt ji devê Rêbertî dibihîst. Wexta ku wisa biba, ev spekulasyon û provokasyon çênedibûn.

Ev tişt ji ber kêmasiya rêbazê çêdibe. Hikûmet jî di astengiyê de ye. Loma dibêjin çima tiştên wisa çêdibin. Ji bo ku ev tişt ji holê rabin, divê di nav demekî kurt de hevdîtina Rêbertî, ronakbîr û rojnameger çêbibe. Niha wisa nîşan didin ku qey ji aliyê me ve hatine belavkirin. Tiştekî wisa tune ye. Tu berjewendiya me di belavkirina wan de tune ye. Em dixwazin vê pêvajoyê pêş bixin. Em li dijî kesên ku pêvajoyê sabote dikin in.

Encama van tiştan dikeve xizmeta kê?

Ev encam dikevin xizmeta kesên ku dixwazin pêvajoyê sabote bikin. Kesên ku naxwazin pirsgirêka kurd bi lihevkirinê di navbera Tevgera Azadiyê û dewleta tirk de çareser bibe. Kesên ku dixwazin ev şer û ev siyaseta li ser kurdan berdewam bike. Belê, dibêjin gava tiştek çêbibe ev dikeve xizmeta kê? Ev tişt nakeve xizmeta me. Em çima tiştekî wisa bikin? Berevajî vê, ev dibe sabotaj li dijî Rêbertiya me û Tevgera me. Serokkomar û rayedarên hikûmetê dibêjin ev pêvajo girîng e. Heke ji bo wan girîng be, van tiştan nakeve xizmeta wan jî. Wexta ku wisa be, ev karê dijberên pêvajoyê ye. Baş e, em ê çawa rê li ber vê tiştî bigirin? Divê em li ser vê tiştê lêhûrbin. 

Mijara ku we anî ziman girîng e. Yanî çima ev tişt ewqas hêsan zemîn dibînin? Wexta ku berpirsiyarî di destê hikûmetê û dewletê de be, wê demê divê deriyên Îmraliyê di zûtirîn demê de neyên vekirin? 

Belê teqez rast e. Ji bo ku ev cure pirsgirêk ji holê rabin û em careke din rastî tiştên wisa neyên, tişta ku divê bi awayekî teqez bê kirin vekirina deriyên Îmraliyê ye û divê her kes bi Rêber Apo re hevdîtinê bike. Çima mirov bêje li wê derê girtekek heye yan nivîsek heye? Bila biçin wê bixwînin. Bila rojnameger bi xwe biçin û hîn bibin. Bila tevahiya raya giştî fikirên Rêbertî hîn bibe. Bila her kes hîn bibe. Wê demê dê çi bê nîqaşkirin? Dê spekulasyona çi bê kirin? Belê, mirov dikarin li ser tiştên ku Rêbertî gotine nîqaş bikin, dikarin tiştekî kêm bibînin an jî rast bibînin. Lê ev hevdîtineke rast e, diyalogeke rast e. Em ji nîqaşên ku dê li ser wê diyalogê bên kirin re jî tiştekî nabêjin. Nêzîkatiyeke me ya ku em bêjin divê her kes vê tiştê rast bibîne yan jî divê her kes wisa bifikire tune ye.

Heta tê bîra min; Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di daxuyaniyekê de gotibû: “Hûn civakê îqna bikin.” Her tim îqnabûna civakê, nîqaşên li ser pêvajoyê bixwe an jî nîqaşên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên rojevê. Abdullah Ocalan her wiha gotibû: “Rê vekin, bila medya bê, bila rojnamevan bên; ez bixwe biaxivim û ez civakê îqna bikim.” Niha dema ku ev herdû rewş jî pêk neyên, ji xwe pirsgirêk derdikevin holê. Ji aliyê din ve, îdîayek hat belavkirin ku tê de dihat gotin rêveberiya tevgera we li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinek kiriye û hin belgeyên ku tê gotin girtekên vê hevdîtinê ne di platformên medyaya dîjîtal de hatin belavkirin. Li ser vê mijarê daxuyaniyên cuda hatin dan. Hat ragihandin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ji bo vê tiştê gotiye ku li dijî wî komplo û provokasyonek e. Ji aliyan jî daxuyanî hatin; hem ji aliyê dewlet û hikûmetê ve daxuyanî hatin dan hem jî we daxuyanî da. Tevlî vê tiştê jî îradeyek hat nîşandan ku pêvajo dê berdewam bike. Nîşandana vê îradeyê girîng bû. Niha hûn wekî tevger li ser van îdîayan çi dibêjin? Bi rastî ji rêveberiya tevgera we kesên ku ji bo hevdîtinê diçin Îmraliyê li ba Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hene? Kêliyek berê we jî got ku ji xwe tişta ku divê bibe ev e. Mîna ku normal nîne û pirsgirêk e tê nîqaşkirin. Lê ji ber ku nîqaşeke wiha heye em dixwazin vê tiştê ji devê we bibihîzin. Rastiya vê tiştê çi ye? 

Min berê jî bersiv dabû. Têkiliya me bi Îmraliyê re heye, kanalek heye û bi dewletê re jî heye. Di vê qonaxa ku em gihiştinê de em dikarin vê tiştê bibêjin; em li ser van tiştan jî nîqaş dikin. Di vê qonaxê de êdî ne tenê bi rêya van kanalan divê têkilî çêbibe. Yanî divê tevgera me rasterast bi Rêbertî re hevdîtinê bike. Di hevdîtinên ku li Îmraliyê hatine kirin de jî hat gotin ku heke pêvajo pêş de biçûya divê ev tişt çêbibûya. Çi divê bibe? Divê tevgera me di nav de be. Divê di navbera me û Rêbertî de lihevkirinek hebe. Divê fikirên me bi tevahî bibin yek. Ji bo ku em Rêbertiyê çêtir fêm bikin, ne tenê agahiyên ku hin şande ji hevdîtinan tînin an jî zanyariyên ku bi navbeynkaran tên û diçin bes in. Divê em li ser mijarên cuda fikirên Rêbertî rasterast ji wî hîn bibin. Divê Rêbertî jî rasterast ji me hîn bibe. Ji dûr ve bi rêya teknîkê tiştekî wisa çêbû. Hevdîtineke wisa çêbû. Lê em êdî di pêvajoya li pêşiya me de hêvî dikin ku bi Rêber Apo re hevdîtinên rasterast û rûbirû çêbibin. 

Di vê mijarê de biryarek heye gelo? Muxatabên we ji bo vê tiştî çi dibêjin? 

Bi muxataban re jî ev mijar tê nîqaşkirin. Yanî ji bo ku pêvajo bi ser bikeve û pêş de biçe, li ser vê tiştê ku divê ev hevdîtin çêbbibin nêrîneke cuda tune ye.

Hûn hevdîtina rûbirû dixwazin? 

Belê. Nêrîneke cuda tune ye. Îtîrazên wan ên mîna ‘tiştekî wisa nabe’ jî tune ne. Rewşa niha ev e. Em hêvî dikin ku di demên pêş de em jî bi Rêbertî re hevdîtinan bikin.

Baş e, niha ji bo ku pêvajoyê bi giştî pêşde biçe, me li ser vê yekê pirsên der barê we de pirsîn. Hêviyên we ji hikûmetê, medyayê, rêxistinên civaka sivîl, çepgir û sosyalîst ku we behs kirin, çi ne? Em hîn jî dibînin ku di ziman de pirsgirêk hene. Ev pirsgirêk ji aliyê we ve jî tê rexnekirin. Heta medyaya nêzîkî desthilatê jî tê rexnekirin. Hêviyên we ji aliyê komên cuda, ji aliyê beşên cuda yên civakê ve çi ne? Divê çi bê kirin? Hûn çi kêm dibînin?

Belê, ev pirsgirêk pirsgirêka kurdan e, lê di heman demê de pirsgirêka Tirkiyeyê ye jî. Pirsgirêkek e ku sed sal in heye. Ne demokratîkbûna Tirkiyeyê, ne pêşketina wê ya aborî û gelek pirsgirêkên din ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd derketine. Teqez ev wisa ye. Bi fikra ku dê kurd jê sûdê bigirin, di sed salan de gavên demokratîk nehatin avêtin. Ji ber vê yekê, em difikirin ku rewşenbîr, nivîskar û demokratên Tirkiyeyê, hêzên çepgir, demokratên muhafezekar, kesên xwedî nêrîna lîberal û hemû kesên din divê bibin parçeyek ji vê pêvajoyê. Heke ev pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ye û hûn nebin parçeyek ji vê pêvajoyê, wê demê hûn ji siyaseta Tirkiyeyê dûr dibin. Hûn ji gelê Tirkiyeyê dûr dibin.

Wê demê kîjan siyaset tê meşandin? Tu nikaribî di mijarekê girîng a pirsgirêka kurd de rolekê bigirî. Tu çalak nebî. Tu berpirsiyariyên xwe pêk neynî. Paşê dibêjî, ez siyasetmedarekî wisa me, ez siyasetmedarekî wiha me. Dibêjî ez li ser vê nêrînê me. Ev ji Tirkiyeyê dûrketin e. Ev ji rastiya Tirkiyeyê dûrketin e. Rastiya Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e. Hemû pirsgirêkên din ên bingehîn ên Tirkiyeyê bi vê pirsgirêkê ve girêdayî ne. Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin û li ser bingeha çareserkirina pirsgirêka kurd gavên demokratîkbûnê li Tirkiyeyê neyên avêtin, ez vê yekê bi zelalî dibêjim, dê tenê wek demogojiyê bimîne. Ez vê yekê dibêjim.

Di rojên dawî de, we navê gerîlayên ku li herêm û salên cuda de di şerê giran de şehîd bûne ragihandin. Ez dixwazim der barê vê mijarê de nirxandina we bigirim.

Bîranîn tên lidarxistin. Li gelek cihan hatin lidarxistin. Em hemû şehîdan bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Em ji hemû malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Şehîd ji bo me girîng in. Erê, şerek çêbû bi dewleta tirk re. Ne dewleta tirk ne jî em vê înkar dikin. Armanceke van şehîdan heye. Li ser esasê vê armancê şehîd bûn. Eger îro têkoşîna me li ser piyan be, em li ser esasê demokratîkbûnê têdikoşin, behsa aştiyê dikin, ji bo aştiyê bi dewletê re muzakere dikin ev encama têkoşîna van şehîdên me ye. Divê wisa were dîtin. Îlankirina şehîdan teqez ji bo destekkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Wisa ji Pêvajiya Aştî û Civaka Demokratîk qût, sankî li dijî dewletê, li dijî desthilatdariyê, tiştek wisa nîne. Teqez desteka gelê me, malbatên şehîdan a ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e.

Di rastiyê de ev destekdayîna ji bo pêvajoyê ye ku desthilatdarî di nav de ye. Ji vî alî ve divê wisa were nirxandin. Dibe hin derdoran tahrîk bike, nêzîkatiyeke wisa nîne. Niyeteke me ya wisa nîne. Jixwe dema ew malbat jî diaxivin, dibêjin, em dixwazin aştî çêbibe, Rêbertî azad bibe, ev pêvajo bigihije serketinê. Ji ber ku evane di civaka Kurd de bi bandor in. Di nava gelê Kurd de derdorên herî bi bandor ev malbatên şehîdan e. Eger evane destek didin pêvajoyê ev tê wê wateyê, tevahiya civaka Kurd destek dide pêvajoyê. Hin kes hewl didin gumanê çêbikin ya, gelo gelê Kurd destek dide pêvajoyê yan na. Van bîranînên şehîdan nîşan da ku, axaftinên malbatên şehîdan nîşan da ku gel destek dide vê pêvajoyê. Têkildarî vê yekê teqez guman nîne. Em bawer dikin ku ev bîranîn wê tevkariyeke erênî li pêvajoyê bikin. Ji vî alî ve ez car din şehîdan bi minet û rêzdarî bi bîr tînim.

Li gelek cihan bîranîn tên lidarxistin. Yek ji navendên din ên girîng ên bîranînan, welatên Ewropa ye. Li welatên Ewropayê jî festîval tên lidarxistin. Ji bo tevgera we festîval pir girîng in. Li vir Kurd peyamên xwe yên polîtîk jî didin. Girseya Ewropa we ji nêz de nas dike. Gelo peyameke we ji bo festîvalên li Ewropayê heye? Têkildarî festîvala li Dortmundê.

Erê, ez 2 salan li Ewropayê mam. Ev çendemîn e? 35emîn e? Zêdeyî 30an, ez tevlî ya duyem bûm. Axaftvanê ya duyemîn, ez bûm.

Gelo tê bîra we li kuderê bû?

Li Frankfurtê hate kirin. Li Stadyuma Frankfurtê hate kirin. Li wir hate kirin. Helbet nû bû. Ev festîval ji bo vê hatin lidarxistin. Têkoşîneke gelê Kurd a ji bo ziman, çand û nasnameyê heye. Têkoşîna hebûnê heye. Bi van festîvalan re pêşketina vê têkoşînê ya têkildarî ziman, nasname û çandê, ji bo civakîbûna vê astê ev festîval hatin lidarxistin. Ji vî alî ve ev festîval divê weke parçeyê têkoşîna Aştî û Civaka Demokratîk were dîtin. Festîvalên ji bo watedarkirina têkoşîna şehîdên me ye. 50 sal in şehîdên me hene. 50 sal in em van şehîdan didin. Bi taybetî jî 42 sal in em şehîd didin. Ji vî alî ve divê ev festîval weke piştevan û parçeyê têkoşîna Aştî û Civaka Demokratîk werin dîtin.

Ji vî alî ve jî divê gelê me yê li Ewropa hîn zêdetir û xurttir beşdarî vê festîvalê bibe. Divê xurt tevlî bibe û desteka xwe ya ji vê pêvajoyê re nîşan bide. Ev pêvajo tenê bi temaşekirinê bi ser nakeve. Di cîhanê de mafekî demokratîk ê herî biçûk jî bi têkoşînê hatiye bidestxistin. Bêyî têkoşîn demokratîkbûn pêş neketiye. Bêyî têkoşîn ti maf nehatiye bidestxistin. Ji vî alî ve ez ji niha ve festîvala 5’ê Îlonê ya li Dortmundê silav dikim. Em li bendê ne ku hemû gelê me jî bi rengekî herî xurt beşdar bibin. Jixwe ji ber van bîranînên şehîdan ev festîval di heman demê de diyarî şehîdan kirin. Ji vî alî ve jî watedar e. Ez bawer dikim ku wê festîval jî pir xurt derbas bibe.