JINNEWS dê bi kanaleke nû ya Youtube xwe bigihîne
Kanala YouTube ya JINNEWSê ku berê li Tirkiyeyê hatibû astengkirin, ji hêla platformê ve hat girtin. Ajansê kanalek nû ya YouTube vekir.

Kanala YouTube ya JINNEWSê ku nûçe, hevpeyvîn, raporên taybet û nûçeyên vîdyoyî lê têne weşandin, hat girtin. Berê gihîştina kanalê li Tirkiyeyê hatibû astengkirin.
Malpera JINNEWSê û hesabên medyaya dîjîtal berê bi gelek sînorkirinên gihîştinê re rû bi rû mane. Ajansa ku binpêkirinên mafên mirovan ên jinan, tundûtûjiya mêr-dewletê, têkoşînên jinan, têkoşînên ekolojîk û pêşketinên civakî ji perspektîfa jinê ji raya giştî re tîne, tevî hemî astengiyan jî nûçeyên xwe digihîne xwendevanên xwe. Piştî girtina kanala Ajansa JINNEWSê ya YouTube, ajans kanaleke nû ya YouTube vekir. Tevî qedexe û astengiyan JINNEWS dê dengê jinan û rastiyê bigihîne raya giştî.
Hûn dikarin ji vir bigihîjin kanala nû ya YouTube ya JINNEWSê.
Hesabê Instagramê yê JINNEWSê hat rawestandin
Hesabê Instagramê yê ajansa me yê bi navê "jinnews_ajans" – ku ji bo weşanên bi zimanê Tirkî dihat bikaranîn, bi hinceta binpêkirina "Pîvanên Civakê" hat rawestandin. Ajansa me dê çalakiyên xwe yên li ser Instagramê bi rêya hesabekî nû bidomîne.
Hesabê Instagramê yê "jinnews_ajans", ku ajansa me bi rêya wê nûçe bi zimanê Tirkî belav dikirin, hat rawestandin. Instagramê ragihand ku hesab ji ber binpêkirina "Pîvanên Civakî" hatiye rawestandin.
Hûn dikarin nûçe û pêşketinên herî dawî yên ajansa me bi rêya hesabê me yê nû yê Instagramê, "jin.ajans", bişopînin.


