Jinên Îranê Qanûnên Azadiyê dinivisînin
Jin Jiyan Azadî şoreşeke ku bi rastî karî di nav demeke kurt de guhertinên mezin di civaka Îranê de çêbike. Niha hûn li kolanên Îranê temaşe bikin, hejmarek pir kêm jin hene ku serê wan girtiye. Dibe ku ev ji bo kesên li derveyî Îranê mijarek ji rêzê be, lê li Îranê ev tê wateya nedîtin û nehesibandina qanûnên Komara Îslamî.

4 sal di ser şoreşa Jin Jiyan Azadî re derbas dibe û wê bikeve sala 5an. Di van salan de çi bihurî û çi qewimî. Bi salan e rojhilatê Kurdistanê û tevahiya Îranê di bin zilm û zordariya Komara Îslamî de dinaliya. Bi caran bi sedemên cur bi cur beşên cuda yên civaka Îranê xwepêşandanên mezin çêkirin û daketin qadan. Piştî qetilkirina jina kurd Jîna Emînî di serî de li Kurdistanê tevahiya gelên Îranê rabûne serhildanê. 6 mehan bê navber xelk ji kolanan paşde venegeriya. Li gel ku gelek kes hatine qetilkirin, gelek kes birîndar bûn û bi hezaran kes hatin girtin jî dîsa vê serhildanê berdewam kir. Piştî hatina ser desthilatdariyê ya Komara Îslamî ji bo cara yekê ewqas civaka îranî bi rêxistinî, bi yek deng, bi heman armancê û demek dirêj kolan vala nekirin. Tişta herî balkêş ew bû ku dirûşma hevbeş a gelan hebû ew jî Jin Jiyan Azadî bû. Ev dirûşma li Kurdistanê derket û belavî tevahiya Îranê bû. Hemû kes dizanin ku ev dirûşm ji bo cara yekê Rêber Apo bi kar aniye. Li Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê bi caran hatibû ser ziman. Li Rojhilat ev dirûşm bi îlhama ji parçeyên din ên Kurdistanê û bi taybet bi bandora ji fikir û felsefeya Rêber Apo derket û mezin bû. Bi carekê hemû netew, bawerî û fikrên cuda di bin vê dirûşmê de hatin gel hev. Tevahiya Îranê bi dirûşma Jin Jiyan Azadî meşiya.
Daxwaza gelên Îranê bi taybet jinên îranî her tim daxwazên ji rêzê yên aborî nebûne. Civaka Îranê guhertinê dixwaze û vê guhertinê jî di wateya kûr a Jin Jiyan Azadî de dibîne. Kî çi dibêje bila bêje gelên Îranê bi taybet jinan tercîha xwe kiriye. Civaka Îranê di van 4 salên dawî de ispat kir ku li ser koka xwe şîn dibe û ji her demê zêdetir zindî û dînamîk e. Li vir mirov dikare behsa rol û pêşengiya bi hêz û wêrek a jinên îranî bike. Tevahiya kêliya jinên Îranê qadên tekoşînê ne.
Jin Jiyan Azadî şoreşeke ku bi rastî karî di nav demeke kurt de guhertinên mezin di civaka Îranê de çêbike. Niha hûn li kolanên Îranê temaşe bikin, hejmarek pir kêm jin hene ku serê wan girtiye. Dibe ku ev ji bo kesên li derveyî Îranê mijarek ji rêzê be, lê li Îranê ev tê wateya nedîtin û nehesibandina qanûnên Komara Îslamî. Jin li kolanan dans dikin, stranan dibêjin, dîwarên hemû qedexeyan xira dikin û wek dixwazin û tercîh dikin, dijîn. Ev bêguman deskeftiyên herî mezin ên Şoreşa Jin Jiyan Azadî ye. Ev deskeftî nabe were biçûkkirin û ji rêzê were dîtin. Guhertin hema wisa bi carekê çênabe, hem jî di nav qanûnên hişk ên Komara Îslamî de. Qanûnên dij-jinê li Îranê tenê bi Komara Îslamî re jî sînordar nîne. Di 7 cotmeha 1906an ango di dema Muzefferedîn Şahê Qacar de yekemîn meclisa neteweyî ya Îranê hat vekirin û qanûnên wê hatin xêzkirin. Di madeya 3yemîn a qanûnê de tê gotin ku jin bi ti awayî mafê wan ê hilbijartin û dengdayînê nîne û di gelek mijaran de mafê jinan dihat binpêkirin. Jinan pêşengî ji tevgera Meşrûtê re kirin lê herî dawî jî di qanûnê de ji wan re cih nehat dayîn. Qanûnên îro yên şerîetê jî qet ji yên wê demê pir cudatir nînin. Ji wê demê heta îro her tim şiva kesên dîndar li ser serê meclisa Îranê bûye û xwestine ku ji sînorên şerîetê dernekeve.
Her tim jinan pêşengiya şoreş û guhertinên mezin li Îranê kirine li derveyî qaûnan mane. Şoreşa Jin Jiyan Azadî rêya vê vekir ku qanûnên dij-jin hebin yan nebin, êdî ew ê bixwe biryara tevlîbûna xwe ya civakî bidin. Li beramber vê xwesteka wan her çend darvekirin, kuştin û qetilkirin û girtin jî hebe, lê wê bêdeng nemînin û tekoşîna xwe berdewam bikin. Jinên Îranê hêza herî dînamîk a guhertinê li Rojhilata Navîn in. Dema ku tevgerên civakî û siyasî bi serê xwe û bi îradeya xwe bi pêş bikevin wê demê êdî wateya qanûnên dewletan namîne. Şoreşa Jin Jiyan Azadî hişt ku gelek tevgerên serbixwe yên jinan ava bibin. Jin êdî dikarin ji hemû netewe û baweriyan di demeke kurt de werin gel hev û yekîtiya xwe çêbikin. Zemîna vê ji her demê zêdetir amade ye. Jinên Îranê ji her demê zêdetir nêzî hev in û gihîştine wê qenaetê ku êdî ti qanûnên desthilatdaran nikarin hebûn û nasnameya wan bixin garantiyê. Ji ber ev qanûn, qanûnên zingargirtî û riziyayî ne ku ti caran ji daxwazên jinan re nebûne bersiv. Jin li Îranê her tim li beramber qanûnan sekinîne û heta niha jî wisa ne. Gelek qanûn û tabû bi ked û tekoşîna xwe ya bêeman şikandine û derbas kirine. Xwediyê van qanûnan niha ji taqet ketine. Jinan bi tekoşîna xwe ew gihandin vê astê. Ji ber wê ewqasî li beramber jinan bi kîn û nefret tevdigerin. Ew tekoşîna hebûna jinan ji bo xwe wek bidawî hatina qanûna çend sed salî dibînin. Çi qanûnên şahenşahî û çi yên Komara Îslamî hema bêje wek hevdu ne û naveroka wan yek e.
Bi Jin Jiyan Azadî re jin êdî wê qanûnên azadiyê binivisînin. Vê di meclis an jî saziyek dewletê de nakin. Qanûna azadiyê di serî de li ser dîwarên kolanan hat nivîsandin. Qanûnên azadiyê li ser ti kaxizekî heta niha nehatiye nivîsandin. Lê vê qanûnê textê dîktorekî jî şikand, yên li pey re her çend bixwazin melhemekê ji vê birîna xwe re bibînin lê bê feyde ye, birîna wan xedare û kurm girtiye. Bi hezaran Şehîdên Şoreşa Jin Jiyan Azadî di oxira vê armanca pîroz de canê xwe feda kirin. Yek ji destkeftiyên din ê vê şoreşê bêguman dayîna bê hejmar a şehîdan e. Di berbanga vê şoreşa mezin de di serî de Jîna Emînî û hemû şehîdên vê şoreşê bi bîr tînim û bejna xwe li ber mezinahiya wan ditewînim. Jin Jiyan Azadî wê bi ser bikeve...


