Jinên afrîkî hîn jî dijî nijadperestî û zayendperestiyê têdikoşin

Neteweyên Yekbûyî (NY) bi boneya Roja Navneteweyî ya Jin û Keçên ji Afrîkayê daxuyaniyek da û diyar kir ku jin di qada tenduristî, perwerde û kar bigire li gelek qadên cuda rastî nijadperestî û zayendperestiyê tên.

•
1 deqe xwendin
Jinên afrîkî hîn jî dijî nijadperestî û zayendperestiyê têdikoşin

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di daxuyaniya ku bi boneya Roja Navneteweyî ya Jin û Keçên ji Afrîkayê de belav kir, diyar kir ku jinên afrîkî di tenduristî, perwerde, jiyana kar û mekanîzmayên biryardanê de rastî meylên newekheviyê tên ku tê de nijadperestî û zayendperestî tevlîhev bûne. Ev roja ku her sal di 25î tîrmehê de tê pêşwazîkirin, bi biryara ku civata giştî ya NYê di sala 2024an de girtibû, bû fermî. Dîrok dispêre civîna ku di 25î tîrmeha 1992yan de li Santo Domingo a paytexta Komara Domînîkê bi beşdariya nêzî 300 jinên afrîkî yên ji 32 welatan hatibû lidarxistin. Di vê civînê de toreke têkoşînê ya herêmî hatibû avakirin ku jinên Amerîkaya Latînî, Karayîp û dîasporayê anîbû cem hev.

Di daxuyaniya NYê ya îsal de, cudakariya ku jinên afrîkî dema digehêjin xizmetên tenduristiya fizîkî û derûnî rastî wê tên, derxist pêş. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku xizanî, newekheviya di perwerde û jiyana kar de û nijadperestiya di pergala tenduristiyê de, dibin sedema tespîta dereng, dermankirina kêm, muameleya xirab a di dema zarokanînê de û negihîştina xizmetên tenduristiya zayendî.

Daneyên di warê tenduristiyê de dispêrin xebata hevpar a bi sernavê “Lêkolîna Tenduristiya Dayikê ya Jin û Keçên ji Reçelrokiya Afrîkî li Parzemîna Amerîkayê” ku ji aliyê Fona Hêza Mirovan a NY, UNICEF, Yekîneya Jinan a NY, Rêxistina Tenduristiyê ya Pan Amerîkî û Komîsyona Aborî ya Parzemîna Amerîkayê ve hatibû amadekirin. Di lêkolînê de hat tomarkirin ku jinên ji reçelrokiya afrîkî berî ducaniyê, di dema zarokanînê de û piştî zarokanînê rastî newekheviyên berbiçav tên. Li gorî lêkolînê, li DYA’yê îhtimala mirina jinên ji reçelrokiya afrîkî ya di dema ducaniyê de an piştî zarokanînê ji jinên din nêzî 3 qat bilindtir e. Ev rêje li Sûrînamê 2.5 û li Kolombiyayê jî 1.6 qat hat tomarkirin. Bilindbûna astên perwerde û dahatê jî vê newekheviyê ji holê ranake.

NY diyar dike ku negirtina êş û giliyên jinên ji reçelrokiya afrîkî ji aliyê xebatkarên tenduristiyê ve, muameleya xirab a di dema zarokanînê de û nebûna xizmetên tenduristiyê yên guncawî pêdiviyên wan ên çandî, mirinên ku dikarin rewişta wan bête girtin zêde dike. NY bang dike ku ji daxuyaniyên sembolîk wêdetir gavan biavêjin û di qadên perwerde, tenduristî, îstihdam û temsîliyeta siyasî de gavên berbiçav bên avêtin.